Esed: Rêkevtina Amerîka û Kurdan şelandin e

08-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê Beşar Esed, rêkeftina petrolê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û kompanyayeke Amerîkî de hatiye îmzekirin wekî dizî wesif kir. Esed herwiha got hebûna hêzên Tirkiyê û Amerîkayê li Sûriyê deryasayî ye.

Di hevpeyvînekê de li gel ajanseke Rûsî, Serokê Sûriyê Beşar Esed got ev rêkeftin dizî ye û take rê ji bo rawestandina vê diziyê rizgarkirina xakê ye.

Beşar Esed hebûna hêzên Tirkiyê û Amerîkayê li Sûriyê weke dagirkerî bi nav kir û got: “Ev dagirkerî ye. Di rewşa niha de divê em du tiştan bikin. Yekem divê em xwe ji hincetên ku ji bo dagirkeriyê bikar tînin wate ji DAIŞê rizgar bibin. Beşeke mezin a cîhanê dizane ku DAIŞ ji aliyê Amerîkayê ve hate damezrandin û tê parastin. Divê em xwe ji vê hinceta wan rizgar bikin. Eger piştî wê yekê jî Amerîka û Tirkiye dernekevin, wê demê serhildana gel a giştî dê destpê bike. Ev take çareserî ye. Ji bilî serîhildanê ti rêyek ji bo me namîne.”

Derbarê rêkevtina petrolê ya navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û kompanyayeke Amerîkî de hatiye îmzekirin de jî Esed got: “Ev şelandin e û take rê ji bo rawestandina vê diziyê rizgarkirina xakê ye. Eger em vê yekê nekin dê tiştek nekare rê li ber wan bigirin, ji ber ku ew dizin. Divê em wan ji herêmê derbixin da ku dizî neyê kirin. Divê hikûmeta Sûriyê her bihosta xaka welat kontrol bike daku rewş aram bibe.”

Rûsyayê ku hevpeymanê Sûriyê ye rêkeftina Rêveberiya Xweser û kompanyaya Amerîkî wek “binpêkirineke sîstematîk a yasayên navdewletî” binav dike û dibêje, “Amerîka siyaseta bihêzkirina Kurdan li ser hesaba grûpên etnîk û ayînî yên din peyrew dike.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê dibêje Amerîkayê hinek navçe li bakur rojhilat û başûrê Sûriyê xistine jêr kontrola xwe û “li ser dizîn û bazirganiya  ne yasayî ya bi samanên sirûştî yên Sûriyê beşdar e, di demekê de ku ew samanên hemû Sûriyan e.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê gotibû, “ew berhemên petrolê yên li navçeyên bakur rojhilatê Sûriyê tên berhemanîn û ew sûda di encama qaçaxiyê de tê bidestxistin, sûda wê bo hemû xelkê wê navçeya Sûriyê nîne. Medya û navendên lêkolînan carna zanyariyan belav dikin derbarê nerazîbûna medeniyan li bakur rojhilatê Sûriyê li dijî hebûna ne yasayî ya Amerîka û desthilata Kurd ku girîngiyê bi xweşguzeraniya hemwelatiyên sivîl nadin.”

Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha aşkere kiriye ku ew derbarê “pêngavên Amerîkayê” û “nebûna karvedanê ji aliyê civaka navdewletî ve” nîgeran in.

Hejmareke zêde ya çavkaniyên petrol û gaza Sûriyê niha li wê devera li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dimîne. Tevî ku piştî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava, artêşa Sûriyê û Rûsya vegeriyan hinek deveran, lê niha jî ji sedî 95ê çavkaniyên petrol û gaza Sûriyê di bin kontrola HSDê de ne.

Li Sûriyê berî destpêkirina şerê naxwe, li wan herêmên ku niha HSD kontrol dike de, rojane 378 hezar bermil petrol û 7.8 milyar metre sêca gaz dihat berhemanîn. Bi qasî 2 milyar û nîv bermil rezerva petrola Sûriyê  niha jî di bin kontrola Amerîka û HSDê de ye. HSD taybetî jî li Deyrezorê, mezintirîn zeviya petrolê ya El Omer û zeviyên petrolê yên El Tanak û Cafrayê kontrol dike.

Rêkevtina Rêveberiya Xweser û Kompanyaya Delta Crescent Energy

Rêveberiya Xweser ligel kompaniyayeke di warê petrolê ya Amerîkayê de rêkeftinek îmze kiriye û ew gav jî bi agahdarî û piştîvaniya Washingtonê bûye.

Lihevkirin hefteya borî di navbera Rêveberiya Xweser û Kompaniyaya Delta Kirîsent Energy a Amerîkî hate îmzekirin, li gor rêkeftinê, kompaniya Amerîkî dikare berhemanînê li bîrên petrolê yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de zêde bike û petrolê jî bifroşe.

Yek ji wan xalên taybet yê rêkeftinê ew e ku bi agahdariya Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump û hejmarek ji endamên kongires û piştevaniya Washingtonê ye.

Herwiha li gor zanyariyên Rûdawê ew girêbest ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Xweser Ebid el Mihbaş ve jî hatiye îmzekirin û bo dema 25 salan dê derbasdar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst