Li Dêre Zorê bazarên kevin tên nûjenkirin

06-11-2022
Loloxan
Li Dêre Zorê bazarên kevin tên nûjenkirin
Li Dêre Zorê bazarên kevin tên nûjenkirin
Nîşan Dêre Zor Bazarên Kevn Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bazarên kevn ên li bajarê Dêre Zorê yê li rojhilatê Sûriyê tên nûjenkirin. Bazarên ku ji ber şerê navxwe wêran bûne, piştî tîmên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya bajarê Dêre Zorê kavil û paşmayên şer rakirin, karê nûjenkirinê destpê kiriye.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Dêre Zorê Luey Mehamîd got "Li Dêre Zorê heft bazarên sergirtî-qubekirî ligel sê xanan hene. Çar meh e karê nûjenkirinê destpê kiriye, wek proseya paqijkirin û rakirina kavilan. Herwiha amadekirina lêkolîna organîzekirina qonaxa nûjenkirinê destpê kiriye."

Bazarên qedîm ên bajêr ji dikandar, bazirgan, xerat, hesinkar, dexlûdanfiroş, werîsfiroş û cilûbergfiroş pêk tên ku wek kelepureke niştimanî li Rêveberiya Şûnwar û Muzexaneyan a Dêre Zorê hatine tomarkirin.

Karmenda Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Dêre Zorê Hale Meşhûr dibêje "Di dema proseya paqijkirina bazaran de dergehê Osmanî hat dîtin, ku bazaran ji hev cuda dike, ev dergeh girîngiyeke wî ya dîrokî û şûnwarî ya mezin heye. Niha beşekî wî li Rêveberiya Şûnwar û Mûzexaneyan a Dêre Zorê hatiye parastin."

Bazirgan Mihened Ebbas anî ziman "Dema ev bazar bên vekirin, dê tevgereke bazirganî ya mezin çêbibe, ji ber xelk herdem berê wan li van bazaran bû. Xelkê gundan hemû danûstandina wan ligel van bazaran bû."

Li gor berpirsên Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Dêre Zorê, bazarên kevin ên nav bajêr di sala 1838an de hatine avakirin ku li ser rûberê hezar û 125 metre duca 954 dikanan li xwe digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst