Belavbûna madeyên hişbir li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye metirsî

04-11-2022
RÛDAW
Belavbûna madeyên hişbir li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye metirsî
Belavbûna madeyên hişbir li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûye metirsî
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belavbûna madeyên hişbir, li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bûye diyardeyeke berbiçav, ku êdî metirsiyeke mezin li ser jiyana welatiyan dirust dike.

Tenê di heftiya borî de, Hêzên Ewlehiya Navxwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2 kes li Qamişlo û 2 kes li Hesekê, bi tometa bazirganiyê bi madeyên hişbir girtin.

Di 22 Adara 2022an de jî, Hêzên Ewlehiya Navxwe, di kongreyeke rojnamevanî ya taybet de, ragihandibû ku wan dest danîne ser 438 kîlogram hebên hişbir ku, dikin 2 milyon û 570 hezar û 580 hebên hişbir.

Herwiha ji navçeyên din ên Sûriyê, bi rêya grûpên çekdar ên weke Desteya Tehrîr El-Şam û gûpên din, madeyên hişbir derbasî Tirkiyê dikin.

Qaçaxçiyekî hebên Kaptagon li bakurê Sûriyê dibêje "Em venaşêrin lê ji aliyê rêjîmê ve veşartî tê ji me re, aliyên ser bi rejîmê ve wan dixie sindoqan û em werdigirin û digihînin cihê wan weke ku tên, bê ti guhertin. Hin caran em wan baran dişînin Tirkiyê. Em hevahengiyê ligel grûpan dikin, xortên me baran ji Firqeya Çarem werdigirin, me rewş bi wan re amade kiriye. Bazara Tirkiyê gelekî pişta xwe bi me girêdide, ji ber ku em navçeya sînordarî Tirkiyê ne, hevdem hin navçeyên din jî hene ku jê tînin, lê bi taybetî li navçeyên Mertala Ferat, tu dikarî bibêjî ku, em deriyê derbasbûna bo Tirkiyê ne."

Li gorî hin lêdwan û daxuyaniyên fermî û nefermî, barên madeyên hişbir, ji Sûriyê derbasî Lubnan û Udrinê jî dibin.

Alîkarekî hêsankirina bizirganiya madeyên hişbir Sehl el-Bîqaa-Lubnana got "Di destpêka bûyerên Sûriyê de, hatin Lubnanê, ji Lubnanê gelekî hêsan bû, ji ber ku wê demê kesên Siûdî ji Lubnanê nedikirîn,lê ji Sûriyê dibirin, ango ne weke niha bahilgir ji Lubnanê diçûn. Ji Sûriyê derdiketin Urdin, piştre diçûn Siûdiyê, yan ji Dubey bo Sûriyê, ji Afrîkayê bo Siûdiyê. Dawiyê Siûdiyê."

Nûnerê Encûmena Nûneran a Amerîka, French Hill, ragihand ku, roja Sêşemê 20 Îlona 2022yan, Encûmena Nûneran a Amerîkayê projeyasaya "Pûçkirin û Jinavbirina Torên Berhemanîna Madeyên Hişbir ku girêdayî hikûmeta Sûriyê ne, û bazirganîkirina bi wan madeyan" pesend kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst