Li Idlibê şewitandina Quranê hat protestokirin

04-07-2023
Loloxan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin destê Heyet Tehrîr El-Şam û hin komên çekdar ên dijberî hikûmeta Sûriyê de ye, bi sedan kes li dijî bûyera şewitandina kopiyeke Quranê li Swêdê derketin kolanan û ew bûyer protesto dikin.

Xalid Tillawî yek ji wan kesan e ku beşdarî di xwepêşandanê de kiriye. Ew dibêje: “Em îro hatine piştîvaniya Îslamê bikin û zilma li Qurana me ya pîroz hatiye kirin rawestînin. Peyama me bo hemû rojava û gelên cîhanê ew e ku em dijatiya ti ol û bîr û baweriyekê nakin, çi Mesîhî be yan oleke din. Em Misilman zêdegaviyan dijî olên din nakin, tenê baweriya me bi Xwedê heye. Eger Qurana me bişewitînin ew her di dilê me de dimîne.”

Di xwepêşandan Idlib û hemû xwepêşandanên navçeyên di bin kontrola Tehrîr el-Şam û opozisyona Sûriyê de li bakurê wî welatî, sloganên dijî sivkatiya bi Quran û Îslamê hatin bilindkirin.

Elî Hac Casim, xwepêşanderekî din dibêje: “Em li Idlibê ji hemû wan welatên ku hewl didin sivkatiyê bi Quran û Pêxemberê me bikin re dibêjin; em amade ne berevaniyê li wan bikin û bi saya Xwedê, çi li meydanên protestokirinê û çi li meydanên şer be.”

Roja 28ê Hezîrana bihorî û di yekem roja Cejna Qurbanê de li Stockholma paytexta Swêdê penaberekî Iraqî kopiyeke Qurana pîroz şewitand. Ew bûyer bû sedema nerazîbûnên tund di nav welatên Misilman û civakên Misilman de, herwiha hejmarek welatên din ên cîhanê jî ew bûyer şermezar kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst