Xalên Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê gotûbêj kirin

04-06-2023
RÛDAW
Civînên Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê îro Yekşemê 4ê Hezîran 2023yan li Cenêvê bidawî bûn.
Civînên Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê îro Yekşemê 4ê Hezîran 2023yan li Cenêvê bidawî bûn.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 3 salan ji rawestana civînên Desteya Danûstandkar a Opozisyona Sûriyê, pêkhateyên wê desteyê li Cenêvê civiyan ji bo ku nakokiyên xwe çareser bikin.

Civînên Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê îro Yekşemê 4ê Hezîran 2023yan li Cenêvê bidawî bûn.

Desteya Danûstandinkar a Opozisyona Sûriyê bi dirêjiya civînên herdu rojên 3 û 4ê  ezîranê li Cenêvê, çend xalên jêrîn gotûbêj kirin:

- Gotûbêjkirina pêşhateyên siyasî, herêmî û navdewletî.

- Bilindkirina asta hevahengî û karê hevbeş.

- Aktîvkirina prosesa siyasî.

- Tekezîya li ser çareseriya li ser bingeha biryara 22.54 a navdewletî.

- Pêkanîna hevdîtin ligel hinek welatên bi bandor di dosyeya Sûriyê de.

Desteya Danûstandinan ji van pêkhateyan pêk tê:

  • Îtîlafa Opozisyona Sûriyê
  • Heyet el-Tensîq
  • Platforma Qahîre
  • Platforma Mosko
  • Artêşa Niştimanî
  • Kesayetiyên serbixwe

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst