Hêzên hikûmeta Sûriyê careke din rêya M5 kontrol kirin

04-03-2020
RÛDAW
Nîşan Sûriye Idlib Rêya M5
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên hikûmeta Sûriyê careke din tevahiya rêya M5 kontrol kirin, ku berî çend rojan di dije-êrîşeke komên çekdar ên opozisyonê de ketibû destê wan.

Li gor ajansên xwecihî, hêzên artêşa Sûriyê roja Sêşemê 3ê Adarê gundê Qîrat li rojhilatê bajarê Seraqibê kontrol kirin û ew beşa rêya M5 ku di destê grûpên çekdar de bû, ji destê wan grûpan derxistin.

Li Sûriyê du rêyên sereke û stratejîk hene, ku yek ji wan M4 û ya din rêya M5ê ye.

Rêya M4 rojhilat û rojavayê Sûriyê bi hev re girê dide û ji deriyê sînorî yê Til Koçer (el-Yeirûbiye) li ser sînorê Iraqê ve dest pê dike heta ku digihe bajarê Laziqiye li ser deryaya Medîteraneyê.

Rêya M5 rêyeke stratejîk e li Sûriyê û bajarê Helebê li bakurê wî welatî bi bajarên Hema, Hums û Şamê ve girêdide.

Wek bertek li hembe pêşketina hêzên hikûmeta Sûriyê, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî bajarokê Seraqib bombebaran kirin, ku di encamê de polîsên serbazî yên Rûsyayê ji bajarokê navborî vekişiyan.

Di heman demê de, balafirên şer ên Rûsyayê jî bo piştgiriya hêzên hikûmeta Sûriyê li esmanê herêmê firiyan û bajar û bajarokên Cisir el-Şixûr, Nayrab û Sermîn bombebaran kirin.

Ajansa SANA ya hikûmeta Sûriyê jî ragihand, ku artêşa Sûriyê 2 balafirên bê pîlot ên Tirkiyê li Seraqib û Xan el-Sibul têkşikandine.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî ragihand ku hêzên wan balafireke şer a artêşa Sûriyê ya ji corê L-39 xistine xwarê.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha destnîşan kir, di êrîşeke bo ser hêzên wan de li Idlibê, serbazewkî wan hatiye kuştin û 9 serbazên din jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst