SÛRIYE - Li Tinifê qaçaxçîtiya madeyên hişbir zêde bûye

04-01-2024
Hisên Omer
Li Tinifê qaçaxçîtiya madeyên hişbir zêde bûye
Li Tinifê qaçaxçîtiya madeyên hişbir zêde bûye
Nîşan Tinif Sûriye Madeyên Hişbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Tinifê yê Sûriyeyê ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad de ye û bûye herêmeke rûbirûbûna qaçaxiya madeyên hişbir.

Dîmenên taybet ên hêzên Sûriyeya Azad ku roja pêncşemê hatine girtin ji Rûdawê re hatin şandin.

Fermandarekî Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed Çîlo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku hêzên wan dest daniye ser 90 hezar hebên kaptagon.

Fermandarekî Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed Çîlo got:

“Doh, li Herêma 55ê Artêşa Sûriyeya Azad dest danî ser 90 hezar hebên kaptagon. Ev bar hatibû amadekirin ji bo qaçaxiyê, ji bo Urdun û paşê welatên Kendavê.

Ev madeyên hişbir ku rejîma Sûriyeyê qaçaxiya wan dike metirsiyeke pir mezin e ji bo aramiya herêmê.

Artêşa Sûriyeya Azad dê di jinavbirina madeyên hişbir de berdewam be û guh bide tendirustî û selametiya sivîlan.”

Çîlo herwiha ji Rûdawê re got ku ew rojane bi karê parastina sînor ji qaçaxçî û terorîstan radibin.

“Armanca dewriyeyan rêgiriya derbasbûna qaçaxçiyên madeyên hişbir e”

Fermandarekî Artêşa Sûriyeya Azad Ehmed Çîlo herwiha anî ziman:

“Em wekî şervanên Artêşa Sûriyeya Azad, rojane dewriyeyan li ser tevahiya xêza sînorî ya Herêma 55 bi rê ve dibin.

Armanca van dewriyeyan rêgirî li derbasbûna qaçaxçiyên madeyên hişbir û rêxistinên terorîst e ku ziyanê digihînin aramî û ewlehiya Herêma 55.”

Navçeya Tinifa ku Zon Fifty five jî re tê gotin li sêgoşeya sînorê Sûriye, Urdun û Îraqê ye.

Rêya sereke ya di navbera Bexda û Şamê de di Deriyê Sînorî yê Tinif-el-Welîd re derbas dibe.

6 hezar û 800 km çargoşe rûbera navçeya Tinifê heye.

Sala 2015an Kampa Rukbanê li wê navçeyê hat dirustkirin û 10 hezar kes di nav kampê de niştecî ne.

Binkeyeke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî li navçeyê heye.

Ji bilî rahênan û perwerdekirina çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rûbirûyê çalakiyên DAIŞê tên û çavdêriya sînorê di navbera Sûriye û Îraqê de dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst