Taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiye 35 roj in bê elektrîk in

02-01-2023
RÛDAW
Nîşan Şêx Meqsûd Eşrefiye Birrîna Elektrîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Helebê taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdeyî 35 rojan e elektrîk li ser wan hatiye qutkirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li Helebê taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdeyî 35 rojan dibe bê elektrîk in ku ev zêdeyî 4 mehan e ji aliyê Firqeya 4 a ser bi artêşa Sûriyê ve hatine dorpêçkirin.

Li gor heman çavkaniyan, ji ber dorpêça Firqeya 4 şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn di vê zivistanê de dinalin, ji ber niha litreyek mazot bi qaçaxî bi zêdeyî 11 hezar lîreyan tê firotin, lewra ji ber destengiyê nikarin bikirin, tenê li benda rojê ne ku li derve xwe germ bikin.

Zêdeyî 4 mehan e, Firqeya 4 a ser bi artêşa Sûriyê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn ên li Helebê dorpêç kirine, bi armanca ku wan têxin bin kontrola xwe, di encamê de rê nade keresteyên xwarinê, derman û sotemeniyê derbasî her du taxan bibin, tenê bi qaçaxî pêdivî derbas dibin.

Ji naverasta Tebaxa 2022an ve hêzên Hikûmeta Sûriyê dorpêçeke tund li ser taxên Kurdnişîn Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê sepandiye.

Di encamê de, rewşa jiyana rojane ya 216 hezar nişteciyên wan her du taxan gelekî zehmet bûye, bêyî ku ti çareyek ji vê rewşê re bê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst