HELEB - Li taxên Kurdan rewş aram e

11-03-2025
Nalîn Hesen
Xelkê Helebê peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer pîroz kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Xelkê Helebê peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer pîroz kir / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê rewş aram bûye.

Hêzên desthilata nû ya Sûriyeyê êvara 9ê vê mehê êrişî xaleke kontrolê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.

Hêzên Parastina Şêx Meqsûdê jî bersiv da êrişê.

Li gorî ANHAyê, 12 çekdarên desthilata Şamê hatine kuştin û 3 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û sivîlek jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Hesen Ebdulxenî îdia kir ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrişî hêzên wan kiriye lê wan “êriş şikandiye.”

Şêniyê taxa Şêx Meqsûdê Hiso Hesen bû mêhvanê Nûrojê û qala rewşa dawî kir.

Hiso Hesen ragihand ku 9 mehê êrişî ser taxa Eşrefiyeyê hatiye kirin û ew êriş bi alîkariya komên Hemzat û Emşatê hatiye pêkanîn û 3 şervan û sivîlek birîndar bûne lê “Niha rewş aram e.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Hiso Hesen diyar kir ku li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê heta serê sibehê şahî li dar bû û xelk ji bo vê peymanê kêfxweş bû.

Wî da zanîn ku rewşa taxên wan asayî ye û hîn jî hêzên asayîşê yên Rêveberiya Xweser ewlehiyê diparêzin.

Hiso Hesenê ku bi xwe ji Efrînê ye û li Şêx Meqsûdê dijî diyar kir ku gelê Kurd dixwaze vegere ser cihê xwe û xelkê Efrînê dixwaze vegere malên xwe.

Hiso Hesen got ku piştî êrişa li ser herêma Şehbayê 250 hezar kes ji Şehbayê derbasî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bûne. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst