Serokkomarê Îraqê çû Hemdaniyeyê: Em dê her tiştê pêwîst bikin

29-09-2023
Nîşan Hemdaniye Letîf Reşîd Dawet Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd li Hemdaniyeyê got, “Em hatine ku hevxemiya xwe nîşan bidin. Em dê ji bo wan her tiştê pêwîst bikin.”

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, iro Baxdayê bi helîkopterê çû Hemdaniyeyê.

Letîf Reşîd bi şandeya Îraqê ya bi xwe re çû serdana derên Mar Behnam û Sareyê û bi xizmên qurbaniyan re axivî.

“Em dê ji bo wan her tiştê pêwîst bikin”

Letîf Reşîd ji nûçegihanê Rûdawê re da zanîn ku ew dixwazin hevxemiya xwe nîşan bidin û got:

“Ev karesata li Hemdaniyeyê bi serê hemû Îraqê de hatiye. Em hatine ku hevxemiya xwe nîşan bidin. Em dê ji bo wan her tiştê pêwîst bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst