Iraqê geştên asmanî yên ligel Hindistanê ragirt

28-04-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Hindistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Veguhastinê ya Iraqê ragihand, kompaniya hêla asmanî ya Iraqê ji sêşemê ve hemû geştên xwe yê asmanî ya rasterast bo welatê Hindistanê heya demeke nediyar da rawestandin.

Li gor ku di daxuyaniya Wezareta Veguhastina Iraqê de hatiye, ji ber metirsiya rewşa coronayê li Hindistanê û çêbûna metirsiyê li ser Iraqê, biryara hilweşandina geştan hat dayîn.

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, ev biryar li ser esasê rênimaya Civata Wezîran a Iraqî û Desthilata Firokevaniya Sivîl a Iraqê hatiye dayîn.

Biryarderê Şaneya Krîzan li parlamentoya Iraqê, Cewad Mûsewî jî ragihand, cora guhertî ya coronayê li Hindistanê belav bûye ku corekî gelek  metirsîdar e û egera wê heye ku bigihe Iraqê jî, ji ber vê yekê ew daxwaz dikin ku hikûmet û wezareta tendirustiyê bi awayekî pêşwext gavan bavêjin.

Bi gotina Cewad Mûsewî, “gava yekemîn ev e ku rê nedin geştyar ji Hindistan û welatên din ku vîrusa coronayê gelek lê belav bûne, bêne Iraqê.”

Biryarderê Şaneya Krîzan li parlamentoya Iraqê daxwaz dike, rêdan bi hatina welatiyên ji derve bo Iraqê bi mercê hebûna pişkinîna PCR di dema 72 demjimêran de be, li gel kerentînkirina wan bo dema 14 rojan.

Mûsewî dibêje, “çimku eger corê guhertî yê vîrusa coronayê ku li Hindistanê derketiye bigihe Iraqê wê demê em dê tûşî karesatê bibin, ji ber ku şiya belavbûna wê corê guhertî 40 qat ji nifşê yekem ê vîrusa coronayê zêdetir e û dikeve tevaya endamên laşê mirovan.”

Ji ber wê biryara hikûmeta Iraqê, gelek welatiyên Iraqî û xelkê Herêma Kurdistanê jî li Hindistanê asê mane.

Azad Gerdî, kurdekî xelkê Hewlêrê ye û ji ber nexweşiyê çûbû Hindistanê, lê niha ji ber biryara rawestandina geştên navbera Iraq-Hindistanê, li Delhî ya paytexta Hindistanê asê maye.

Gerdî ji Rûdawê re ragihand, “zêdeyî 100 welatiyên Kurd ên ji Herêma Kurdistanê li Hindistanê asê mane û nikarin vegerin, di demekê de ku hejmarek ji wan neştergeriyên dil ji wan re hatine kirin û pêwîstiya wan bi bêhnvedanê û cihekî aram e.”

Azad Gerdî daxwaz ji berpirsên Hokûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dike, ku di hewara wan de biçin û wan vegerînin welat. Gerdî got, di dema vegerê de ew amade ne li Kurdistanê û Iraqê tevaya rêkarên tendirustiyê yên pêwîst pêk bînin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst