Hewlêr (Rûdaw) - Di qezaya trafîkê ya di navbera bajarên Mîsanê û Besrayê yên Iraqê de herî kêm 9 kesan canê xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Mîsan a Iraqê Heymen Hesen Xemas roja Şemiyê 26ê Mijadarê 2022an ji Rûdawê re ragihand, otomobîlek ji rêya xwe derketiye û li barhilgirekê qelibiye.
Heymen Hesen Xemas diyar kir ku di qezaya ku li ser rêya Mîsan û Besrayê, li nêzî navçeya Qela Salihê qewimî de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Ajansa Amaran a Wezareta Plandanan a Iraqê 7ê Îlona 2022an, amarên bûyerên hatûçûnê yên sala 2021an belav kir û amaje bi wê yekê kir ku di sala 2021an de, ji bilî Herêma Kurdistanê li Iraqê 10 hezar û 659 bûyerên hatûçûnê hatine tomarkirin.
Di sala 2020an de ji ber karantîn û qedexeyê qezayên trafîkê kêmtir bibûn, di wê salê de 8 hezar û 186 qezayên trafîkê hatin tomarkirin û di sala 2021an de qezayên trafîkê ji sedî 30,2 zêde bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse