Biryar e îro parlamentoya Iraqê bo hilbijartina serokkomar bicive

26-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare îro, bi mebesta hilbijartina Serokkomar parlamentoya Iraqê bicive. Şeva derbasbûyî jî civîneke Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanê weke amadekarî bo civîna îro pêk hat.

Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanê; ji Rewta Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Suneyan pêk tê. Mezintirên firaksyona parlamentoyê ye, lê piraniya parlamentoyê nînin, pêwîstiya wan bi dengê parlamenterên serbixwe heye.

Ji bo posta Serokomarê Iraqê, 40 berbijêr hene, lê yên herî diyar, berbijêrên PDK û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne. Her du partiyên Kurdistanê, bi berbijêrên cuda çûne Bexdayê.

Rêbr Ehemd berbijêrê PDKê ye, ku di dema pêkanîna Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanê de weke berbijêrê wê hevpeymaniyê hate ragihandin.

Berhem Salihê, Serokomarê Niha yê Iraqê jî, berbijêrê YNKê ye.

Çend firaksyonên parlemana Iraqê beşdarî rûniştina îro nabin

Çend firaksyonên parlamentoya Iraqê civîna îro boykot dikin.

Ji wan jî du partiyên Herêma Kudistanê ne. YNK di daxuyaniyekê de ragihandiye, ew beşdarî civîna îro nabin, ji ber ku rûniştina îro ya parlamentoyê ne li gorî hikûmeteke bihêz a nîştimanî ye. YNK diblje Iraqê pêwîstî bi sazanê heye.

Herwiha  Yekgittûya Îslamiya Kurdistanê jî ragihandiye ku beşdarî civîna îro ya parlamentoyê nabe. Yekgirtû dibêje Iraq xwe li ber dabeşkariyeke din nagire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst