Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî gihişt Bexdaya paytexta Sûriyeyê.
Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl eşkere kir ku Eshed Şeybanî dê bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê bi Fuad Husên û berpirsên din ên Îraqê re bicive.
Ziyad Îsmaîl da zanîn ku yek ji wan mijarên ku Eshed Şeybanî ligel berpirsên Bexdayê dê gotûbêj bike, pirsgirêka sînor û tevgerên DAIŞê yên li herêmên sînorî ne.
Ev di demekê de ye ku Îraq nêzîkî 600 kîlometreyan sînorê hevbeş ligel Sûriyeyê heye.
Eshed Şeybanî serdana xwe ya Îraqê û Hewlêrê bi paşde xistibû
Biryar bû ku Eshed Şeybanî roja 20.02.2025an serdana Bexdayê bike lê serdana wî hat bipaşdexistin.
Li gorî hin şîrovekaran têbiniiyên beşek ji hêzên Çarçoveya Hevahengiyê li ser rayedarên niha yên Sûriyeyê hene û ew jî sedema taloqbûna ziyareta bû.
Roja 21ê Sibata 2025an Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îraqê got:
"Me bi fermî bang li Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanîkiriye ku serdana Îraqê bike, ev jî bi armanca guftûgokirina li ser çend dosyeyên hevbeş û vekirina rûpeleke nû di pêwendiyên her du welatan de ye."
Tê payîn ku Wezîrê Derve yê Sûriyeyê serdana Hewlêrê jî bike û bi berpirsên Herêma Kurdistanê re bicive.
15ê Sibata 2025an Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Rûdawê re got:
"Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ji bo Hewlêrê hatiye vexwendin û wî jî bi dilxweşî vexwendin qebûl kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse