Nêçîrvan Barzanî û Serokê Parlametoya Îraqê civiyan

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mehmûd Meşedanî Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Parlamentoya Îraqê Dr. Mehmûd Meşedanî re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh çû Bexdayê û beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê bû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Mehmûd Meşedanî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêwendiyê Herêma Kurdistanê yên bi desthilata Îraqê re hatin gotûbêjkirin.

Her wiha tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkariyê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî yên li gorî destûra Îraqê hatiye kirin.

Her du alî li ser pêwîstiya bipêşxistina hevkariya hevbeş hev ra bûn, bi awayê ku alîkariya aramî û geşepêdana welêt bike.

Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya rola parlamentoyê ya di xurtkirina diyaloga niştimanî û misogerkirina dadwerî û wekheviyê ji bo hemû pêkhateyên gelê Îraqê û çareserkirina pirsgirêkên welat, bi taybetî pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê kiriye.

"Roleke giring bilîze"

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî ji Serokê Parlamentoyê xwestiye ku di hevwarkirina yasaya budceya federal a sala 2025an de roleke girîng bilîzin, bi awayekî ku dad û wekhevî di misogerkirina maf û destkeftiyên darayî yên Herêma Kurdistanê de pêk bê, bi taybetî jî di mijara dabînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê de.

Di beşeke din a civînê de hat ragihandin ku her du aliyan bipêşketinên rewşa herêmê û guherînên li Sûriyeyê nirxandin û ji bo rûbirûbûna astengiyên tekezî li ser girîngiya hevahengiya di navbera hemû aliyan de heyî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst