Serokwezîrê Iraqê dê serdana Şingalê bike

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Iraq Mûsil Şingal Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro tevî şandeke pilebilind gihîşt navenda parêzgeha Neynewayê bajarê Mûsilê. Alîkarê Parêzgarê Neynewayê jî ragihand, Sûdanî dê serdana qezaya Şingalê jî bike.

Li gor agahiyan, Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya bo Mûsilê de dê hejmarek projeyên xizmetguzarî veke û kevirê bingehîn ê hejmarek projeyên wek Hotela Mûsilê, Nexweşxaneya Giştî ya Îbnê Îsna deyne, herwiha dê Nexweşxaneya Talasemya, Peymangeha Tîşk, Pira Mineyre, Pira Suweys û Pira Pêşangehan veke.

Alîkarê Parêzgarê Neynewayê, Rifet Simo ji Rûdawê re got: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo vekirina hejmarek projeyên xizmetguzarî ku di demên berê de hatine cîbicîkirin û danîna kevirê bingehîn ên hejmarek projeyên din serdana Mûsilê û parêzgeha Neynewayê kiriye.”

Rifet Simo herwiha got: “Ji bilî vekirina projeyan, Serokwezîr dê hejmarek civîn û hevdîtinan bike, bi taybet ligel parêzgar û alîkaran û berpirsên yekeyên îdarî yên parêzgehê.”

Neynewa yekem parêzgeha Iraqê bû ku di 10ê Hezîrana sala 2014an de kete destê çekdarên DAIŞê û paşê wek paytexta Xelafeta DAIŞê hat ragihandin. Lê belê sê salan piştî ragihandina xelafeta DAIŞê, di operasyoneke hevbeş a hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge de piştî şerekî giran di Temûza 2017an de ji destê DAIŞê hat derxistin.

Ev cara yekemîn e ku Sûdanî wek Serokwezîrê Iraqê serdana Neynewayê dike.

Alîkarê Parêzgarê Neynewayê, Rifet Simo di beşeke din a axaftina xwe de diyar kir, ku Serokwezîrê Iraqê dê serdana Şingalê jî bike.

Rifet Simo got: “Biryar e ji bo cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê û pirsa xizmetguzariyên qezayê û mijara vegerandina koçberan û aliyê emnî û hin mijarên din serdana Şingalê bike, lê belê zelal nîne ku serdan dê îro be yan sibe.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdnaî roja Duşema bihorî 8ê Gulana 2023an ligel hejmarek parlamenterên parêzgeha Neynewayê civiyabû û di civînê de tekezî li ser istiqrar û vegera koçberan hatibû kirin. Di civînê de herwiha rewşa ewlehiya parêzgehê û rewşa xizmetguzariyan hatibû gotûbêjkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst