UNAMI li ser bombebarana Şingal û Mexmûrê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin

03-02-2022
RÛDAW
Nîşan UNAMI Şingal Mexmûr Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nûneratiya Netewên Yekbûyî bo Alîkariya Iraqê ku wek UNAMI tê naskirin, derbarê bombebaranên Tirkiyê bo ser Şingal û Mexmûrê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, divê hemû deman rêz li serweriya axa Iraqê bê girtin û pirsgirêk di rêya diyalog û hevkariyê re bên çareserkirin.

Tirkiyê şeva Sêşemê çend cih li Şingalê û nêzîkî kampa penaberên Bakurê Kurdistanê ya li Mexmûrê bi dijwarî bombebaran kir, ku di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin, di nav de jin û zarok jî hene.

Nûneratiya Netewên Yekbûyî bo Alîkariya Iraqê roja Çarşembê 2ê Sibata 2022an têkildarî wê êrişa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.

UNAMI dibêje, Piştî êrişên esmanî yên li Neynewayê ku bûne sedem sivîl bibin qurbanî, em tekez dikin ku pêwîst e hemû deman rêz li serweriya axa Iraqê bê girtin û niştecihên navçeyê bên parastin.

UNAMI herwiha diyar dike, ku pêwîst e pirsgirêk di rêya diyalog û hevkariyê re bên çareserkirin.

Çavkaniyekî ji tendirustiya Mexmûrê duh ji Rûdawê re ragihandibû, di encama bombebarana Tirkiyê de 8 kesan canê xwe ji dest dane û 17 kes jî birîndar bûne.

Derbarê zirarên bombebaranên li Şingalê ti zanyarî û hûrgilî nehatine zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst