Berdevkê Hikûmeta Iraqê bo Rûdawê: Rêkeftina hinartina petrola Kurdistanê îro yan sibe tê ragihandin

02-04-2023
RÛDAW
Nîşan Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Iraqê diyar kir ku atmosfera hevdîtinên di navbera hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê "erênî" bû û devdîtin "ji dil" in, dibe ku îro an jî sibê rêkeftinê ragihînin.

Berdevkê hikûmeta Iraqê Basim Ewadî derbarê rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê de ji Rûdawê re got: "Rewşa keşûhewaya hevdîtinên di navbera Wezareta Samanên Sirûştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Petrolê de erênî û baş e û em li benda rêkeftinekê ne ku îro yan sibê pêk were.”

Ewadî hûrgiliyên rêkeftinê û dema destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê eşkere kir û dibêje “Heya niha danûstendinên di navbera her du aliyan de berdewam in, heta ku rêkeftin neyê ragihandin baştir e ku li ser vê yekê tiştek neyê gotin.”

Di bareya pirsa budceya giştîya Iraqê de ya ku evroj cihgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê ji komîteya darayîyê re şandîye bêjedarê bi navê hukûmeta Iraqê ragihand "Em li bendê ne ku di nava 10 rojên pêşiya me de ji bo rûniştineke taybet a parlamentoyê were diyarkirin û em hêvî dikin ku di demeke kurt de were erêkirin da ku berjewendiya giştî li ber çavan bê girtin."

Pisporê petrola Iraqî Nebîl Mersûmî got ku her du alî li ser şeş xalan li hev kirine. Mersûmî alên ku li serê lihevkirine eşkere kir:

Yekem: Dê petrola Kurdistanê bi rêya Kompaniya Bazirkirina Petrola Iraqê (SOMO) were firotin.

Duyem: Ji bo şopandina hinartina petrola Kurdistanê divê komîteyek hevbeş di navbera her du hikûmetan de bê avakirin.

Sêyem: Dê dahata Herêma Kurdistanê ji petrola Herêma Kurdistanê li ser hesabekî taybet ê bankê were razandin ku di projeyasaya bûdceya sala 2023ê de hatiye diyarkirin ku dê di bin çavdêriya hikûmeta navendî de be û ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tê xerckirin.

Çarem: Dê Herêma kurdistanê dawîyê li hemû girêbestên petrolê bihîne.

Pêncem: Divê postê cîgirê rêvebirê kompanyaya Somo ji Kurdan re bê dayîn.

Şeşem: Di nava du rojan de hinartina petrola Kurdistanê dê dest pê bike.

Ev xal ji aliyê hikûmeta navendî û Herêma Kurdistanê ve nehatine piştrastkirin, lê Kompaniya Bazarkirina Petrolê ya Iraqê (SOMO) îro Yekşemê ji Rûdawê re ragihand, danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê berdewam dikin û “me li ser çend xalan lihev kirine. Li gor ragihandina Şîrketa Bazirganî ya Nefta Iraqê, wê rêkeftin di demeke nêzîk de were ragihandin.

Di 25ê Adara 2023yan de Desteya Navbeykariyê ya Odeya Bazirganî ya Navneteweyî ya li Parîsê biryara hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiye û Iraqê agahdar kir.

24ê Adara 2023yan de demjimêr 12:00an de Tirkiyê hinartina petrola Herêma Kurdistanê li gor biryara dadgehê ku li ser bingeha “peymana boriya nefta xam” a di navbera Iraq û Tirkiyê de ye, rawestand.Tirkiyê hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê li gor biryara dadgehê ya li ser peymana boriya nefta xav a di navbera Iraq û Tirkiyê de rawestand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst