Iraqê ji 100 milyon bermîlan zêdetir petrol hinarde kiriye

02-04-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Brent petrol Hinarde Dahat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Petrolê ya Iraqê hinarde û dahata petrolê derxist eşkere kir ku dahata petrola Iraqê di vê mehê de zêdetirî 11 milyar dolaran bû û di 50 salên dawî de ya herî zêde bû.

Li gorî amarên şîrketa bazarkirina petrolê ya Iraqê, Somo di meha Sibata borî de Iraqê 100 milyon û 563 hezar û 999 bermîl petrol hinarde kiriye.

Berpirsekî Wezareta Petrolê ya Iraqê ku nexwest navê wî eşkere bibe got, "îstatîstîkên hatine belavkirin destpêk in, amarên dawî bi giştî guhertinên girîng nakin."

Li gorî kompanyaya Somoyê, dahata petrolê ya meha Sibatê 11 mîlyar û 70 mîlyon dolar bû û ji sala 1972an vir ve di nava mehekê de herî zêde hinardekirina petrolê tê kirin.

Somo her wiha dibêje ku ji rêjeya giştî ya hinardekirinê 99 hezar û 115.64 bermîl ji bîrên petrolê yên başûr û navenda Iraqê û 1 milyon û 448 hezar û 935 jî ji bîrên Kerkûkê bûne.

Li gorî îstatîstikên Somoyê rêjeya hinardekirina rojane 3 milyon û 244 hezar bermîl bûye û bihayê her bermîlekê 110 dolar û 90 sentan bûye.

Ji 24.02.2022an dema êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê û vir ve buhayê petrolê gelekî zêde bûye. Dahatên petrolê ji sedî 90ê tevahiya dahata Iraqê pêk tîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst