Li Bexdayê avahiyeke 5 qatî hilweşiya: 8 kes di bin kavil de mane

01-10-2022
Sabriye Cotkar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li paytexta Iraqê bakarê Bexdayê avahiyeke 5 qatî ku weke navendeke tenduristiyê dihat bikaranîn hilweşiya. Di kolandina avahiya ku hilweşiyayî de 13 kes hatin derxistin, 8 kes hêj di bi kavilan de mane û xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.

Li kolana Selman Faîq a Bexdayê avahiyeke 5 qatî hilweşiya. Ekîbên agirkuj û parastina sivîl ên ku çûn cihê bûyerê, dest bi rizgarkirina kesên di bin xirbeyan da kirin.

Hat diyarkirin ku di avahiya ku 13 kesên bi birîndarî hatin xilaskirin de 8 kesên hêj di bi kavilê avahiyê de as, mane û li benda rizgarbûnê ne.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê di daxuyaniyekê de got: "Tîmên Berevaniya Sivîl karî 13 welatiyan rizgar bikin piştî ku avahiyek pênc qatî li Meydana El-Wathiq li kolana Selman Faîq li paytext Bexdayê hilweşiya."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tîmên parastina sivîl xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin."

Di meha Tebaxê de ji ber hilweşîna Perestgeha Katara ya Îmam Elî jî 8 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst