Rêveberê polîsên bajarekî Sîstan û Belûçistanê hat kuştin

30-04-2023
RÛDAW
Nîşan Sîstan û Belûçistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya polîsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê yê Îranê ragihand ku bi Rêveberê Polîsên bajarê Serawan li başûr rojhilatê Îranê di êrîşeke çekdarî de hate kuştin û hevjîna wî jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên Rêveberê Polîsên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê Dostelî Celîliyan, îro danê sibê li ser kolaneke bajarê Serawan teqe li Rêveberê Polîsên bajêr Elîriza Şehrekî hatiye kirin û di encamê de canê xwe ji dest da û hevjîna wî jî bi du guleyan birîndar bûye û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Dostelî Celaliyan dibêje tîmên wan ên pispor li ser bûyerê dest bi lêkolînan kirine da ku kujer bêne naskirin û desteserkirin.

Heta niha ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe lê di van salên dawî de gelek caran di navbera rêxistinên Belûç û hêzên Îranê de şer û pevçûn rû didin.

Di xwepêşandanên mehên dawî de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê zêdetirî 110 kes hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst