Fermandarekî polîsê Îranê destdirêjî li keçeke 15 salî ya Belûc kir

27-09-2022
RÛDAW
Fermandarekî polîsê Îranê destdirêjiyê li keçeke 15 salî ya Belûc kir
Fermandarekî polîsê Îranê destdirêjiyê li keçeke 15 salî ya Belûc kir
Nîşan Îran Polîs Destdirêjiya Zarokan Belûcistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî mehekê piştî destdirêjiya keçeke Belûç a 15 salî ji aliyê berpirsekî polîsê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ve, hat piştrastkirin. Mamosteyekî olî bang li hikûmeta Îranê kir ku fermandar bê cezakirin.

Mamostayê olî yê bajarê Rasek a parêzgeha Sîstan û Belûçistanê Ebdulxefer Neqşîbendî di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî ragihand; Roja 01.09.2022, Rêveberê Polîsê Rasekê yê bi navê Îbrahîm Kuçekzayî destdirêjî li keçeke Belûç a 15 salî kir û gef li malbata wê xwariye ku nûçeyê belav neke.

Li gorî gotina wî mamosteyê olî, fermandarê polîs keça 15 salî ji bo lêpirsînê biriye navenda polîsê Rasekê û “çend saetan bi awayekî hovane destdirêjiya seksî li wê kiriye.”

Neqşîbendî her wiha got: "Ew kiryareke gelek tawankar e û malbata keçikê leke kiriye."

Mamosteyê olî di wê baweriyê de ye ku destavêtina li ser namûsa zarokê êrîşeke li ser Belûçiyan e û bang li hikûmetê dike ku di zûtirîn dem de lêkolînê li ser vê bûyerê bike û berpirsê polîs ceza bike.

Pêştir medyayên xwecihî yên Sîstan û Belûçistanê behsa bûyerê kiribûn, lê rêveberê polîsê wê parêzgehê red kiribû ku kesek bi wî navî rêveberê polîsê Resak be. Li gorî nûçeyên çapemeniya Belûcîstanê, malbat ji aliyê polîs û darazê ve hatine tehdîdkirin ku mijarê ji çapemeniyê re ranegihînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst