Rojnamegerên ku kuştina Jîna Emîniyê ragihandibû hatin berdan

15-01-2024
RÛDAW
Nîşan Nîlufer Hamidî Êlahe Mihemedî Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du rojnamegerên ku ji ber dosyeya Jîna Emînî 17 mehan di girtîgehê de man, ji aliyê Dadgeha Tehranê ve bi kefaletê hatin berdan.

Dadgeha Îstînafê ya Tehranê doh biryar da ku rojnameger Nîlufer Hamidî û Êlahe Mihemedî ku her yek ji wan bi 10 milyar tumenên Îranê (nêzîkî 200 hezar dolarên Amerîkî) heta ku dadgeh biryara dawî li ser bide bi kefaletê bên berdan.

Keça Kurd a ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî meha Îlona 2022yan li Tehranê bi tohmeta “xwe bi başî nexumandiye” hatibû desteserkirin û piştre bi şkenceya polîsan canê xwe ji dest dabû.

Rojnamegera rojnameya Şerqê Nîlufer Hamidî û nûçegihana rojnameya Hem Mîhenî ya Îranê Êlahe Mihemedî sala 2022yan ji ber ku desteserkirin û kuştina Jîna Emîniyê û xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, hatibûn girtin.

Êlahe Mihemediyê bi tohmeta alîkariya Amerîkayê, tawana li dijî ewlehiya welat û xebata li dijî ewlehiya neteweyî ya Îranê ji aliyê Dadgeha Tawanan a Tehranê ve 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Dadgehê herwiha bi heman tohmetan 13 sal cezayê girtîgehê li Nîlufer Hamidiyê birî.

Medyaya Îranê ragihand ku çûyîna derveyî Îranê li wan rojnamegeran hat qedexekirin û ew bi dayîna kefaleta 10 milyar tumenên Îranî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst