Wezîrê Derve yê Îranê: Me dron firotine Rûsyayê

05-11-2022
RÛDAW
Nîşan Îran Dronên Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê piştrast kir ku wan dron firotine Rûsyayê, lê diyar kir ku çend meh beriya destpêkirina şerê Rûsya û Ukraynayê wan dronan dane Rûsyayê.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan îro Şemiyê red kir ku Îranê mûşekan daye Rûsyayê û got “Me çend meh beriya şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dronan firot Rûsyayê û eger bê îspatkirin ku Rûsyayê dronên Îranê di şer de bikar anibe, em ê helwestê nîşan bidin.”

Welatên rojavayî Komara Îslamî ya Îranê bi dabînkirina firokeyên bê firokevan û mûşekan bo Rûsyayê tawanbar dikin ku di şerê Ukraynayê de bikar bîne.

Welatên rojavayî dibêjin ku firotina çekan bo Rûsyayê biryara 2231ê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê dike û ji Neteweyên Yekbûyî daxwaza lêkolînê kirin.

Du hefte berê Husên Emîr Ebdullahiyan red kiribû ku Îranê dronan daye Rûsyayê.

Emîr Ebdullahiyan îro ji rojnamevanan re got ku wî daxwaz ji Wezîrê Derve yê Ukraynayê kiriye, ku belgeyek ku nîşan dide Rûsya dronên Îranê di şer de bikar aniye, radestî wan bike.

Îran dibêje ku ew di şerê Rûsya û Ukrayna de "bêalî" ye, lê bi awayekî nerasterast piştgirîya Rûsyayê kir û êrîşa Rûsyayê wek gaveke rast bi nav kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst