HAT NÛKIRIN - Li Îranê teqîn: 103 kuştî û 141 birîndar

03-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kirman Qasim Silêmanî Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Kirmanê ya Îranê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî teqîn çêbûn û kuştî û birîndar hene.

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku li eyaleta Kirmanê li nêzîkî gora Qasim Silêmanî teqîn çêbûn.

Teqîn li ser rêya ku bibîranîna salvegera 4em a kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê ya dihat kirin, teqîn çêbû.

Di dîmenên hatin weşandin de wisa xuya dike ku beşdarên çalakiyê bi rev dûr dikevin û ambulans diçin cihê bûyerê.

Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku teqînên li Kirmanê êrişên terorîstî ne.

Hat ragihandin ku di du teqîn çêbûne û di navbera wan de 10 xulek hebûn.

Di wan her du teqînan de hejmara kesên canê xwe ji dest daye derket 103yan û hejmara kesên birîndar bûne bû 141.

Parlamentoya Îranê ji bo ku biçe bajarê Kirmanê û lêkolînan li ser êrişê bike şandeyek erkdar kir.

Nûnerê Civata Îslamî ya Encûmane navçeya Cîroftê ya parêzgeha Kirmanê Zebîhullah Azamî ragihand ku di êrişan de 4 teqîn pêk hatine.

Li Kirmana eyaleta Îranê, bi minasebeta salvegera 4em a kuştina Qasim Silêmanî bernameya bibîranînê tê lidarxistin.

Qasim Silêmanî di 3yê Kanûna Paşînê ya 2020î de ji aliyê Amerîkayê ve li Bexdayê hatibû kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst