Îsraîlê 11 caran êrişî Beyrûtê kir

21-10-2024
Nîşan Îsraîl Libnan Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê şeva borî 11 caran êrişî Beyrûta paytexta Libnanê kir.

Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Libnanê (NNA), diyar kir balafirên şer ên Îsraîlê 11 caran Beyrût bombebaran kiriye.

Hat ragihandin ku hinek şaxên Qerzî Hesenê (saziya piştgiriyê ya bêfaîz) hatine hedefgirtin.

Heman çavkaniyê got ku li bajarê Sûrê yê li başûrê Libnanê jî ambulansek bûye hedefa êrişan û çend heb karmendên tenduristiyê birîndar bûne.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihandibû ku Qerzî Hesen piştgiriyê dide Hizbulahê û ew dê êrişî bikin.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li Libnanên di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 464 kes mirine ku 104 zarok û 194 jin jî di nav wan de ne.

Heman saziyê diyar kir ku di van êrişan de 11 hezar û 530 kes jî birîndar bûne.

Heta niha bi sed hezaran kes ji ber êrişan koçber bûne.

Xelkê başûrê Libnanê bi piranî berê xwe dide bakurê welêt û Beyrûtê û Hikûmeta Libnanê diyar kir ku heta niha herî kêm 461 hezar kes derbasî Sûriyeyê bûne.

Divê were gotin ku Rojavayê Kurdistanê jî deriyên xwe ji koçberan re vekirine û gelek koçberan dihewîne.

Li hêla din, Hizbulah jî bi mûşek û roketan êrişî Îsraîlê dike lê ti xisara micid nagihîne Îsraîlê.

Serokê Hizbulahê Hesen Nasralah jî 27ê Îlonê li Beyrûtê di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst