ÎSRAÎL - Melayê Rihayî yê êrişî polîs kir hat kuştin

30-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hasan Saklanan Riha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li Qudsê bi kêrê êrişî polîsê Îsraîlê kir û di encamê de hat kuştin.

Derbarê bûyerê de polîsê Îsraîlê daxuyaniyek da.

Polîsê Îsraîlê di daxuyaniya xwe de ragihand:

“Li herêma bajarê kevin li Deriyê es-Sehire(Herod) derdora demjimêr 12:30î kesekî hewl da bi kêrê êrişî polîsan bike.

Polîsan  gule berdan û ew kes berteref kir. Li ser êrişkar kêrek hebû.”

Li aliyê din, di êrişê de polîsek jî ji serê xwe birîndar bû.

Di daxuyaniyê de herwiha hat diyarkirin, rewşa polîsê birîndar baş e.

Hat zanîn êrişkar kesekî bi navê Hasan Saklanan e û ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ye.

Hasan Saklananê 34 salî li gundê Kepezê yê navçeya Xelîliyê melayê mizgeftê bû.

Hasan Saklanan 29ê Nîsana 2024an ji Urdunê derbasî Îsraîlê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst