Urdun di rêya Sûriyê re elektrîkê dide Lubnanê

29-10-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Emman a paytexta Urdunê, her sê wezîrên enerjiyê yên Urdun, Lubnan û Sûriyê rêkeftinek derbarê elktrîkê de îmze kirin, li gorî vê rêkeftinê Urdun di rêya Sûriyê re di roj û şevekê de dê 400 mega wat elktrîkê bide Lubnanê.

Wezîrên enerjiyê yên her sê welatên Lubnan, Urdun û Sûriye, roja Pêncşemê li Emman a paytexta Urdunê civiyan û piştî gotûbêjkirina krîza elektrîkê ya li Lubnanê û derfetên hevkariyê yên di navbera hersê welatan de, rêkeftinek ji bo alîkariya Lubnanê di dabînkirina elektrîkê de îmze kirin.

Salih Xerabşe, Wezîrê Enerjiya Urdunê derbarê rêkeftinê de ragihand, “Em gehiştin dariştina dawî bo rêkeftina pevguhertina enerjiya elktrîkê, bi rêya vê rêkeftinê di dema bê de wê beşekî elktrîkê bigihêje Lubnanê. Em behsa 150 mega wat dikin ku ji nîvê şevê heta 6ê sibehê be, û 250 mega wat ji 6ê sibehê heta nîvê şevê be.”

Amerîka û Banka Navdewletî jî bo cîbicîkirina projeyê dayîna elktrîkê ji aliyê Urdunê bi rêya Sûriyê razî bûne û glopa kesk pêxistine.

Welîd Feyad, Wezîrê Enerjiya Lubnanê jî diyar kir, “Me bo vî bernameyî razîbûna Banka Navdewletî wergirtiye, me erêkirin wergirtiye û ev erêkirin jî niha demkî ye, wata Banka Navdewletî li nav saziyê rêkarekî wê heye, ku li dawî ev erêkirn ji aliyê encûmena kargêriyê tê wergirtin, lê rêyên wergirtina sûdê ji piştîvaniya darayî li ba me hene heta berî erêkirina encûmena kargêriyê.”

Tevî ku Sûriyê bi rêya cezayên Yasaya Qeyser ji aliyê Amerîkayê ve dorpêçkiriye, lê krîza nebûna elktrîk û sotemeniyê ya ku Lubnan tê re derbas dibe, kiriye dîwarê cezayan biherrife.

Xessan el-Zamil, Wezîrê Elktrîka Sûriyê jî ragihand, “Heta dawiya îsal hêla elktrîkê amade dibe, ji roja yekem a rêkeftina dayîna elktrîka Urdunê bo Lubnanê  werşeyênme bê rawestandin kar dikin, ji wê demê me yekser dest bi lêkolînan kiriye û werşe hêla elktrîkê amade dikin, û di karê xwe de berdewam in.”

Li gor wezîrê elktrîka Sûriyê 5 milyon û 500 hezar dolar divên daku hêla elktrîkê bo Lubnanê amade bibe.

Hikûmeta Lubnanê rojane tenê 2-3 demjimêran elktrîkê dide welatiyên xwe, ji ber vê krîza berdewam ji 2019an ve, xelk û sektorên kar pişta xwe bi genetoran girêdidin, lê ji ber giranbûna fatoreyên generatoran, xelk dinalînin. Vê yekê kir ku Lubnan hawara xwe bigihîne welatên Erebî û ji meha borî ve Misir bi rêya hêla gaza Erebî, gazê bi rêya Urdun û Sûriyê re ji Lubnanê re dişîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst