Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk ragihand ku Rêveberiya Xweser bi wêrekî û piştevaniya aliyên sêyem hewl dide xwe “rewa” bike.

11 Hezîranê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê yên di din kontrola Rêveberiya Xweser de dê hilbijartinên xwecihî bên lidarxistin.

“Hilbijartin ji bo axa Sûriyeyê nayê qebûlkirin”

Zekî Akturk li bajarê Îzmîrê di konferanseke rojnemegeriyê de behsa hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê kir.

Zekî Akturk got ku ew hilbijartin nayên qebûlkirin û wiha domand:

“Rêxistina terorê bi wêrekî û piştevaniya aliyên sêyem hewl dide xwe rewa bike.

Xebatên qaşo hilbijartinan ji bo yekitiya axa Sûriyeyê rewşek e ku nayê qebûlkirin.

Ev yek xwedî potansiyeleke wiha ye ku dikare bandoreke neyînî li ser aramî û aştiya herêmê bike.”

Li gorî zanyariyên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser hilbijartin dê li 7 kanton û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba, Efrîn, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezorê bên lidarxistin.

Di hilbijartinan de dê li ser asta 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din, ew penaberên zêdetirî 5 salan li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst