Wezîrên derve yên Misir û Urdinê îro serdana Iraqê dikin

29-03-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, wezîrên derve yên Misir û Urdinê dê roja Duşemê serdana Iraqê bikin û li gel Fuad Husên, Wezîrê Derve yê Iraqê bicivin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê, Ehmed Sehaf duh yekşemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Duşemê (îro) Fuad Husên Wezîrê Derve yê Iraqê pêşwazî li Eymen Sefedî Wezîrê Derve yê Urdin û Samih Şukrî Wezîrê Derve yê Misirê dike û bi wan re dicive.

Pêştir biryar wiha bû ku Ebdulfetah Sîsî Serokomarê Misirê û Şah Ebdullahê Duyem Şahê Urdinê roja pêncşemiyê 25ê Adarê serdana Iraqê bikin û li gel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bicivin, lê belê ji ber bûyera lihevketina du trenan li Misirê, ew serdan nehat kirin û bo demeke nediyar hat paşxistin.

Zafir El-Anî, Cîgirê Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya parlamentoya Iraqê derbarê civîna sê alî ya navbera Iraq, Misir û Urdinê de ji Rûdawê re diyar kir, di civîna lûtke ya navbera Iraq, Misir û Urdinê de, dê gotûbêj li ser dosyeyên siyasî, aborî û ewlehiyê bên kirin.

El-Anî got: “Ew civîn temamkerê du civînên berê ye ku li Qahîre û Emmanê hatin kirin û lûtkeya sêyem jî niha li Bexdayê tê lidarxistin.”

Pêştir Husên Ellawî Rawêjkarê Serokwezîrê Iraqê gotibû: “Di lûtkeya bê ya navbera Serokwezîrê Iraqê, Serokomarê Misirê û Şahê Urdinê de, dê projeya Rojhilata Nû bê gotûbêjkirin, ku ew proje rehendên wê yên aborî yên giring bo Iraqê û welatên navçeyê heye.”

Di Cotmeha sala bihorî de li Qahîre û di Tebaxa bihorî de jî li Emmanê, du lûtkeyên Iraq, Misir û Urdinê hatibûne sazkirin û di wan lûtkeyan de tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên aborî, bazirganî û hilberînê di navbera hersê welatan de hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst