Artêşa Îsraîlê: Me 150 armanc li Xezeyê bombebaran kirin

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand balafirên şer ên Îsraîlê 150 armanc li Xezeyê bombebaran kirine.

Artêşa Îsraîlê daxuyaniyek belav kir kir û tê de ragihand ku wan şeva borî û berê sibeha îro 150 “armancên bin erdê” ên li bakurê Xezeyê bombebaran kirine.

Li gorî Artêşa Îsraîlê, “tûnêl, cihên şer û pevçûnan ên bin erdê û jêrxana din a bin erdê” hatine bombebarankirin.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku di heman operasyonê de hejmarek çekdarên Hemasê hatine kuştin lê di derbarê vê mijarê de ti hûrgiliyên din nedane.

Şeva borî, artêşa Îsraîlê operasyoneke bejahî ya berfireh li Xezeyê da destpêkirin û ji esman jî bi dijwarî bombebaran kiribû.

Heriwha Artêşa Îsraîlê diyar kir ku êrişa bejahî li gorî êrişên din ên bejahî yên şevên derbasbûyî berfirehtir bûye.

Li aliyê din Hemasê jî ragihand ku çekdarên wan li çend eniyan rûbirûyî Artêşa Îsraîlê bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst