Tunel jî negihiştin hawara Bexdadî

28-10-2019
RÛDAW
Nîşan Ebûbekîr Bexdadî Kurd HSD Donald Trump Hêza Amerîkayê iraq Sûriye Idlib Barîşa HTŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê DAIŞê Ebûbekir Bexdadi, roja 27ê Cotmehê, li Idlibê hat kuştin. Trump jî di daxuyaniya xwe ya bo ragihandina kuştina rêberê DAIŞê de spasiya Kurdên Rojava, Rûsya, Iraq û Tirkiyê kir. Medyaya amerîkî jî bi berfirehî cih da wê operasyona kuştina Bexdadî.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh li Koşka Spî di konferanseke rojnamevaniyê de kuştina Bexdadî bi fermî ragihand û herwiha hurgiliyên operasyona li dijî Bexdadî aşkere kirin.

Donald Trump ragihand ku Ebûbekîr Bexdadî li gundê Barîşa yê ku dikeve bakurê Idlibê, di encama operasyonekê de ji aliyê tîmeke taybet ya Amerîkayê ve hatiye kuştin.

Trump diyar kir ku wî ew operasyon li gel Cîgirê Serok Mike Pence, Wezîrê Berevaniyê Mark Esper û berpirsên serbazî şopandiye û diyar kir, “Daketina bo Idlibê gelek metirsîdar bû. Rûsyayê hevkarî li gel me kir. Kurdan jî zanyariyên gelek karîger dane me.”

Trump got, “Bexdadî hat kuştin. Hevalên Bexdadî jî hatin kuştin. Di nav qêrînan de hat kuştin. Ew herêm hatibû paqijkirin. 11 zarok bêyî ku zirarek bigihijê ji wê malê hatin derxistin. Tenê Bexdadî û tunel mabûn. 3 zarokên xwe jî li gel xwe birin nav tunelê bo mirinê. Wî bi xwe bombeyên li ser xwe teqandin û xwe kuşt. Tunel hat têkbirin. Kêliyên xwe yên dawiyê jî di nav tirs û fikaran de derbas kirin. Ew bo heyama 2 saetan li wê herêmê bûn. Piştî bidawîhatina operasyonê, me madeyên heas ji herêmê derxistin.”

Di dewama axaftina xwe de Trump got, “Me planên girêdayî DAIŞê jî jinavbirin. Tunekirina Bexdadî, biryardariya me ya li hemberî rêberên terorê nîşan dide. Em bi biryar in DAIŞê û rêxistinên din birûxînin. DAIŞî dê dawiya neçar bibînin. Ew ên ku li gel wî kar dikirin, nedizanîn ketine nav çi. Weke kuçikên tirsonek bûn.”

Serokê Amerîkayê herwiha got, “Bi zorê hewl dan ola xelkê biguherin, serên mirovan jêkirin. Ev kiryar hemû ji ber Bexdadî rû dan. Wî ev tişt dixwastin. Kesekî hejar û nexweş bû û niha jî hat kuştin. Alîgirê tundrewiyê bû û bi tundiyê hat kuştin. Di nav girî û qêrînan de hat kuştin.”

Trump ji ber encamdana wê operasyonê spasiyên pêşkêşî Rûsya, Sûriye, Tirkiye, Iraq û Kurdên Sûriyê kir.

Îstîxbareta ku cihê Bexdadî diyar kir û ew da kuştin, ji ku hat wergirtin?

Medya Amerîkayê aşkere kiriye ku di operasyona bo kuştina Bexdadî de, Kurdên Sûriyê zanyariyên îstîxbaretê yên zêde bi dezgehên amerîkî re parve kirn. Herwiha tê dîtin ku di proseya bo encamdana operasyonê de zanyariyên îstîxbaretî ji Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hatine veguhastin.

Berpirsekî serbazî yê Iraqî ji Reutersê re ragihand ku çavkaniya îstîxbareta bo destnîşankirina cihê Bexdadî ji cîgirê wî yê bi navê Îsmaîl El Ethavî hatiye wergirtin ku ew li Tirkiyê hatibû girtin û piştre radestî Iraqê hatibû kirin.

Ew berpirsê serbazî yê Iraqî dibêje, “Ew zanyariyên ku Ethavî dane hêzên emnî yên Iraqê, zanyariyên derbarê Bexdadî de bê ka xwe li ku derê vedişêre û çawa tevdigere, temam kirin. Ethavî derbarê 5 kesan de ku yek ji wan Bexdadî bû zanyariyên berfireh dane me. Ev kes li gel Bexdadî li Sûriyê û deverên din ên cuda kom dibûn.”

Yek ji pêngavên girîng ên operasyona Bexdadî, girtina 5 çekdarên DAIŞê bû ku yek ji wan xelkê Sûriyê û 4 jî iraqî bûn di operasyoneke hevbeş a berpirsên îstîxbaretê yên amerîkî, tirk û iraqî de.

Berpirsekî pilebilind ê iraqî got, “Ew kesên ku hatin girtin derbarê Bexdadî de bê ku li ku derê li gel wî diciviyan, zanyarî dan me. Piştî vê li gel CIAyê me biryar da çavkaniyên zêdetir bişinîn wê herêmê. Di naverasta 2019an de me tespît kir ku Bexdadî li gel malbat û herwiha 3ê alîkarên xwe li gundewarên Idlibê di nav li liv û tevgerê de ye.

Ew berpirsê iraqî dibêje, “Me hurgûlî dane CIAyê û wan jî bo heyama 5 mehan bi rêya peyk û balafirên bêpilot çavdêriya wê deverê kirin.”

Li aliyê din medya Iraqê tekez dike ku piştî hevlingê Bexdadî yê bi navê Muhammed Alî Sacîd piştî ku hat girtin, derbarê rêberê DAIŞê de zanyariyên girîng dane, dîmenên Bexdadî yên dawîn parve kirine û ew zanyarî jî ji bo dezgehên amerîkî hatine veguhastin.

Ofîsa Ragihandinê ya Asayîşa Iraqê jî aşkere kir ku tîmeke pispor bo heyama salekê bi awayekî rêkûpêk li gor zanyariyên îstîxbaretî çavdêriya Bexdadî û kesên li gel wî kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama xebatên îstîxbaretî de, hatiye tespîtkirin ku Bexdadî li parêzgeha Idlib a Sûriyê xwe vedişêre û Fermangeha Îstîxbareta Niştimanî ya Iraqê li gel aliyên peywendîdare operasyonek encam daye û rêberê DAIŞê kuştiye.

Operasyona Bexdadî çawa birêve çû?

Medya amerîkî nivîsandiye ku operasyona li dijî Bexdadî, berî bi 5 mehan hatiye organîzekirin. Berpirsên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî bi zanyariyên ku belav kirine ev yek piştrast kirin.

Donald Trump jî diyar kir ku bi despêkirina operasyonê wî li gel berpirsên siyasî, îstîxbaretî û emnî li Koşka Spî encamdana operasyonê kêlî bi kêlî şopandine.

Rojnameya New York Timesê jî tekezî li ser wê yekê kiriye ku di operasyona kuştina Bexdadî de zanyariyên îstîxbaretî yên Kurdên Sûriyê gelek karîger bûne.

Ew rojname dibêje, Bexdadî ev heyameke dirêj bû di bin çavdêriya Amerîkayê de bû û piştî biryara Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê operasyon hatiye pêşxistin.

Li gor wê rojnameyê CIA û tîmên taybet ên Amerîkayê, cihê Bexdadî tespîtkirin û dest bi amadekariyên encamdana operasyonê kirin.

Di nûçeya wê rojnameyê de wiha tê gotin, “Li gor zanyaryên endeztarekî sûrî, Bexdadî li gundê Barîşa li mala fermandarê Hurras el-Dîn ê bi navê Ebû Muhammed Salama ku ew rêxistin nêzîk e li El Qaîdê, xwe vedişart. Dawîn plansaziya bo operasyonê di du rojên heftiya derbasbûyî de hatin pêkanîn. Berpirsekî pilebilind ji rêveberiya Trump, dibêje, li gor zanyariyên di dest de Bexdadî li ber wê yekê bû ku cihê xwe biguhere û ev yek dihat zanîn.

Helîkopterên operasyona Bexdadî ji Hewlêrê rabûn

Li gor heman nûçeyê, bi dema Washingtonê demjimêr 17.00an (01.00) piraniya wan ji cureyê CH-47 Chinook, 8 helîkopterên amerîkî ji Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bo encama wê operasyonê rabûn.

Televîzyona Fox Newsê jî piştrast kir ku operasyon ji Hewlêrê hatiye birêvebirin û Amerîkayê binkeya Încîrlîk a li Tirkiyê bikar neaniye.

Zanyariyên ku di nûçeya New York Timesê de cih girtin wiha ne;

Helîkopteran ji bo ku nekevin ber radarê bi nizmî û bilez sînorê Sûriyê derbas kirin û di qada asmanî ya Sûriyê ber bi gundê Barîşa yê Idlibê ve pêş ve çûn. Di wê firîna helîkopteran de ku 70 deqîqeyan dewam kir, teqe jî li wan hat kirin.

Berî daketina helîkopteran hem ji helîkopteran û hem jî ji firokeyên şer yên Amerîkayê avahiyên li wê derdorê hatin gulebarankirin. Komandoyên Hêza Delta û kuçikên perwerdekirî di bin wê gulbarana bo parastina wan, daketin bo herêma operasyonê.

Trump got ku komando ne ji deriyê sereke, bi rûxandina dîwar ketine wê qada ku wew avahî tê de bû. Armanc ji wê ew bû ku nekevin ber kemînekê. Bi vî awayî zû tevgeriyan û rûbirûyê hejmareke çekdarên DAIŞê bûn.

Piştî ku komandoyên Hêza Delta ji dîwar derbas bûn li gel wan çekdarên DAIŞê ketin nav pevçûnê û hejmarek ji wan çekdaran ji aliyê komandoyên amerîkî ve hatin kuştin. Dema ku komandoyan dîwar rûxandin û ketin hindûr, wergêrekî ereb bang li zarok û kesên sivîl ên li wê deverê dikir bê ka wê çawa ji wir derkevin.

Bi vî awayî tê gotin 11 zarokên li wê deverê bêyî ku tiştekbi serê wan de bê, rizgar bûn. Li gel daketina Bexdadî bo tunelê ku xwe xilas bike, komandoyên amerîkî ketin pey.

Trump diyar kiribû ku dema Bexdadî hewl da bi rêya tunelê bireve, 3 zarokên xwe jî li gel xwe birin. Tê gotin ku Bexdadî bi armanca bikaranîna wan weke, ‘mertalên zindî’  ew zarok li gel xwe birine. Komandoyên ku guman ji wê kirin ku Bexdadî kembera bombeyan bi xwe ve girêdabe, fermana êrişê da kuçikek ji wan ku wî bêbandor bike.

Komandoyan piştî operasyonê, 11 zarokên li wê deverê radestî jinekê kirin. Piştre jî fermana jinavbirina bi yekcarî ya wî cihî hat dayîn. Li gor berpirsekî agahdar ji rewşê, bi vî awayî rê li ber wê yekê hat girtin ku di pêşerojê de ew dever ji aliyê çekdarên DAIŞê ve weke devereke ‘pîroz’ bê dîtin.

Bexdadî çima li Idlibê bû?

Heta demek nêzîk jî di raportên îstîxbaret û nûçeyan de bawerî bi wê yekê dihat kirin ku Bexdadî li çoleke li ser sînorê Irak-Sûriyê xwe vedişêre. Lêbelê Bexdadî li gundê Barîşa ku 5 kîlometran dûr e ji sînorê Tirkiyê hat dîtin.

Trump dibêje, Bexdadî li Idlibê bû, ji ber ku wî hewl dida DAIŞê ji nû ve vejîne.

Beşek ji çavkaniyan jî dibêjin Bexdadî piştî ku Baxoz ku dawîn keleha DAIŞê bû ji aliyê HSD û hêzên hevpeyman ve hat kontrolkirin, derbasî Idlibê bûbû û herî kêm ev 6 meh bû li wê deverê dima.

Yek ji serkirdeyên Heyet Tehrîr el Şam(HTŞ) li Idlibê ji Reutersê re ragihand ku ew agahdar bûn ku Bexdadî li gel alîkarekî xwe li wê herêmê bûn.

Berpirsekî tirk jî ji heman ajansê re ragihandiye ku hatibû tespîtkirin, Bexdadî berî du rojan li gel malbata xwe bi mînîbusekê derbasî gundekî din bûye.

Lêbelê nayê zanîn bê ka çima êrişî HTŞ û DAIŞ û rêberê wê yê dijmin li wê deverê nehatiye kirin.

Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel, diyar kir ku di van heyamên dawîn de wan ew zanyariyên piştrastkirî bidest xistibûn bê ka Bexdadî li kîjan deverê dimîne û dibêje wan ev zanyarî li gel CIAyê jî parve kirine.

Rola Tirkiyê di operasyonê de çi bû?

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo piştevanîkirina wê operasyonê spasiya Tirkiyê jî kir.

Trump got, Tirkiye agahdar bû ku leşkerên Amerîkayê dê bikevin wê devera Idlibê û diyar kir, “Em li ser hinek deveran re firîn. Bêhempa bûn, ti pirsgirêkek derneket.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî belav kir ku berî encamdana operasyonê di navbera dezgehên serbazî yên tirk û amerîkî de kordînasyon hebûye.

Lêbelê Kovara Foreign Policy, li ser zarê berpirsekî amerîkî aşkere kiriye ku berî operasyonê Tirkiye hatiye bi zanyariyên kêm hatiye agahdarkirin lêbelê derbarê naveroka wê de ji ber ‘girîngiya’ operasyonê zanyarî bi Tirkiyê re nehatine parvekirin.

“Şervanên Kurd jî beşdarî operasyonê bûn”

Berî ragihandina kuştina Bexdadî ji aliyê Trump ve, Fermandarê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî, aşkere kir ku wan li gel Amerîkayê operasyoneke dîrokî û serkevtî encam dan.

Mazlûm Kobanî li ser hesaba xwe ya Twîtterê got, “Ev 5 meh in, ji bo kuştina Ebûbekir el Bexdadî, li ser zemînê hevkariyeke hevbeş û çavdêriyeke rast hat kirin. Spas bo herkesê beşdarî vê operasyonê bûne.”

Berpirsekî amerîkî ji rojnameya Washington Postê re tekez kir, “Komandoyê Hêza Delta, CIA û şervanên Kurd beşdarî operasyonê bûn.”

Berdevkê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî, li ser pirsa Rûdawê ya vê mijarê got ku ew nikare zanyariyên zêdetir belav bike.

Berpirseî pilebilind ji Koşka Spî jî ragihand, “Operasyon li Hewlêr, Iraq û Sûriyê hat plankirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst