Îsraîl: Em dê îşev operasyonên bejahî berfirehtir bikin

27-10-2023
RÛDAW
Nîşan Artêşa Îsraîlê Xeze Operasyona Bejahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan êrişên esmanî yên li Xezeyê zêde kirine û dê îşev operasyonên bejahî berfirehtir bikin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari li ser operasyonan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daniel Hagari ragihand ku wan êrişên esmanî yên li Xezzeyê zêde kirine û Hêzên esmanî yên Îsraîlê li Xezeyê êrîiên berfireh li dijî hedefên binê erdê pêk anîne.

Hegarî diyar kir ku artêşa Îsraîlê ev çend roj in operasyonên xwe yên bejayî didomîne û "Hêzên bejahî dê îşev operasyonên behajahî yên berfireh bikin."

Berdevkê Îsraîlî Hagar ragihand kir ku hêzên artêşa Îsraîlê yên li ser sînorê bakur di amadebaşiyê de ne.

Artêşa Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşînê vir va êrişên herî dijwar ên esmanî li ser Xezeyê pêk tîne.

Dengên teqînan digihê bajarê Sderotê yê aliyê Îsraîlê. niştecihên herêmê diyar dikin ku êrişên îro danê êvarê ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin, ji 7ê Çiriya Pêşînê ve bombebarana herî dijwar e.

Artêşa Îsraîlê ji bilî êrişên esmanî, bi topan jî li herêmê dixe.

Kompanyaya Telekomunîkasyonê ya Filistînê ragihand ku li Xezeyê xizmetên telefon û înternetê bi temamî qut bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst