Neteweyên Yekbûyî: Xeze dojeha li ser rûyê erdê ye

27-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze UNRWA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku “Xezedojeha li ser rûyê dinê" ye û dîmenên ku duh ên Refahêev yek cardin eşkere kir.

Ajansa Alîkarî û Avadaniya ji bo Penaberên Filistînî ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ragihand ku artêşa Îsraîlê duh êvarê li bajarê Refahê çadirên Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne, bombebaran kirin.

UNRWAyê diyar kir ku di êrîşa ser Refahê de gelek kes hatin kuştin û got:

"Xeze dojeha li ser rûyê erdê ye. Dîmenên (Refah) şeva çûyî jî delîleke din a vê yekê ye."

Li gorî daxuyaniyê li Xezeyê cihekî ewle nemaye, tu kes di ewlehiyê de nîne û têkiliya wan bi xebatkarên UNRWAyê yên herêmê re nemaye û wiha hat gotin:

 "Em nikarin cihê (xebatkarên UNRWAyê) piştrast bikin, em ji bo wan û ji bo hemû mirovên ku ji cih û warên xwe bûne û xwe spartine herêmê bi fikar in û nizanin ku rewşa wan baş e yan na."

Her çend Dîwana Edaletê ya Navneteweyî biryar da ku artêşa Îsraîlê li Xeta Xezeyê êrîşan bide sekinandin jî artêşa Îsraîlê duh li bajarê Refahê êrişî kiribû û herî kêm 40 Filistînî hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst