Cemîl Bayik: Tirkiye naxwaze Kurd û Şam lihev bikin

26-10-2021
RÛDAW
Nîşan Cemil Bayik PKK Rojavayê Kurdistanê Sûriye Tirkiye Rojhilata Navîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik ragihand ku tifaqa Kurd-Ereb dê rewşa Rojhilata Navîn biguherîne û got, "Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e.” Bayik herwiha got: “Şam û Rêveberiya Xweser dikarin di çareseriyekê de li hev bikin. Lê hêza naxwaze çareserî peyda bibe, Tirkiye ye.

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Al-Nehar” a Erebî de ragihand, pêwendiyên PKK yên baş û dîrokî bi serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed û ew ne dijberiya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin.

“PYDê îdeolojiya Ocalan pejirandiye”

Cemîl Bayik diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) partiyeke ku xeta îdeolojîk a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan pejirandiye û got: “Ji xwe xwe spartiye karê 20 salan ê Rêber Apo yê li Sûriye, Lubnan û li Rojava û bi vî rengî ava bûye. Kes nikare ji partiyekê bêje ku te çima filan îdeolojî pejirandiye.

Têkiliyeke me ya organîk bi PYDê û rêveberiya xweser re nîne. Lê belê ji ber ku PYD tevgereke bi giranî Kurd e, di nava rêveberiya xweser de jî Kurd hene, bi rengekî xwezayî em nêzî hev in. Li aliyê din gelek fermandrên HSDê berê di nava PKKê de bûn. Piştî ku Şoreşa Rojava pêk hat, xwestin ku tevlî têkoşîna siyasî û leşkerî ya li Rojava û Sûriyeyê bibin.”

“Tifaqa Kurd-Ereb dê pêşî li dewleta Osmaniya nû bigire”

Bayik tekez kir ku wantifaqa Ereb-Kurd ji xwe re kir armanc û wiha pê de çû: “Ji bo tifaqa Kurd-Ereb zemîneke xurt a dîrokî heye. Rêber Apo dema li Lubnan, Sûriye û Rojava bû di vê mijarê de bingeheke xurt afirand. Li Iraqê çareseriya pirsgirêka Kurd di asteke girîng de pêk hat. Em di wê baweriyê de ne ku dê li Sûriyeyê jî pêk were. Ev jî ew zemînin ku wê tifaqa Kurd-Ereb xurt bike. Ji bilî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ti ajandayeke me ya veşartî nîne. Em lêgerînên li dewletê rast nabînin ku zemînê dide şer û pirsgirêkên nava gelan.

Bêguman hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê di xurtkirina yekîtiya Kurd-Ereban de em dixwazin hêzên siyasî yên Kurd hîn çalak bin. Yekane hêza ku pêşî li xeyalên dewleta Tirk ên Osmaniya nû bigire, tifaqa Kurd-Ereb e. Polîtîkayên 19 salan ên desthilatdariya AKP-MHPê ev rastî nîşanî Kurdan û gelên Ereb daye.”

“Em nabin dijberiya Sûriyê”

Derbarê peywendiyên di navbera PKKê û Şamê de jî Bayik got: “Têkiliya PKKê ya bi Sûriyeyê re xwedî bingeheke dîrokî ye. Têkiliya me ya bi Hafiz Esad û malbata wî re ji nêz û germ bû. Em ne dijberiya Sûriyeyê dikin ne jî dijberiya Esad dikin. Me berê jî têkiliyên xwe li ser bingeha berjewendiyên giştî yên Kurdan û biratiya Kurd-Ereban ava kiribûn. Niha jî em dixwazin di nava têkiliyeke bi vî rengî de bin. Ji ber bûyerên li Rojava diqewimin nêzîkatiyeke sar û neyînî ya rêveberiya Beşar Esad li hemberî me hebe jî em neketin nava heman nêzîkatiyê. Me têkiliyên xwe yên bi Şamê re ti carî nebirî; heta ku ew nebirin em dê ti carî nebirin. Me dostaniya Rêber Apo û malbata Esad timî hêja dît.

Me timî xwest ku rêveberiya xweser pirsgirêkên xwe bi Şamê re çareser bike. Me hewl da bandora xwe di vê çarçoveyê de bi kar bînin. Ji ber ku çareseriya herî rast lihevkirina rêveberiya xweser bi hikumeta Şamê re ye. Sûriye nikare bibe Sûriyeya beriya sala 2011an. Bilêvkirina sîstemeke nenavendî deriyê lihevkirina bi rêveberiya xweser re vekiriye.”

“Tirkiye naxwaze çareserî çê be”

Bayik amaje bi wê yekê kir Tirkiye naxwaze Kurd û Şam lihev bikin û got: “Eger nêta baş û helwesteke nerm a ji herdu aliyan ve bê kirin, Şam û rêveberiya xweser dikarin di çareseriyekê de li hev bikin. Ya ku bi kêrî Kurdan were jî ev e. Hêza esasî ya ku naxwaze Şam û Sûriye çareseriyê peyda bikin, Tirkiye ye. Ji ber ku ditirse, çareseriyeke bi vî rengî wê sîstema qirker a li Tirkiyeyê bihejîne. Ji ber vê yekê jî êrişî herêmên ku Kurd lê ne dikin. Yekane sedema êrişan bi vî rengî ye.

Em dibihîzin ku Rêveberiya Xweser û Şam dem bi tem hevdîtinan dikin. Em ji vê yekê kêfxweşin. Divê Şam jî rêveberiya xweser jî pêşhukmên xwe deynin aliyekî; Sûriye bi Kurdan dikare xurt bibe. Kurd jî di nava Sûriyê de bi bidesxistina mafên xwe yên bingehîn dikare pirsgirêkên xwe çareser bike û bibe yek ji hêzên bingehîn ên Sûriyeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst