Penaberên Sûrî yên li Lubnanê dixwazin ji bo welatekî sêyem bên veguhestin

25-05-2023
Loloxan
Penaberên Sûrî yên li Lubnanê dixwazin ji bo welatekî sêyem bên veguhestin
Penaberên Sûrî yên li Lubnanê dixwazin ji bo welatekî sêyem bên veguhestin
Nîşan Lubnan Penaberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Sûrî yên li Beyrût a paytexta Lubnanê, li pêşiya UNê kom bûn û daxwaz kirin ku ji bo welatekî sêyem bên veguhestin.

Li Beyrût a paytexta Lubnanê, koçberên Sûrî li beramberî Ofîsa Komîsyona Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî kom bûne. Ji ber ku li vî welatî rûbirûyê astengî û egera deportkirina bo welatê xwe dibin, daxwaz dikin ji bo welatekî sêyem bên veguhestin.

Koçberê Sûrî yê ji Idlibê Fehed el-Elî got, “Em naxwazin vegerin Sûriyê. Em dixwazin li Lubnanê bimînin, Lubnan welatê me ye, em dixwazin li Lubnanê bimînin da ku biçin welatekî din. Em ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin me bişîne derve. Lubnan bo Sûriyan baş e, Sûriyan xweşî li vir dîtin lê di dema dawî de rewşa Lubnanê têk çû.”

Gelek aliyên berpirs li Lubnanê derbarê krîza aborî ya welatê xwe, gazinan ji hebûna koçberên Sûrî dikin, alîgirên Şepêla Niştîmanî ya Azad jî li Lubnanê dijî koçberên Sûrî li welatê xwe xwepşandanê dikin bi armanca ku bên deportkirin.

Xwendekarê Lubnanî Joe Ebdullah anî ziman, “Mezintirîn pirsgirêka ku welatê me rûbirûyê wê dibe koçberên Sûrî ne, bandoreke zêde li aborî û her tiştê li nav welêt dikin, ne tenê divê şepêla azad vê yekê bike. Em dixwazin koçberên Sûrî bi awayekî ewle vegerin welatê xwe, niha welatê wan ji welatê me ewletir bûye. Li wir elektrîk heye û her tişt heye. Em nema dikarin wan li vir qebûl bikin.”

Ev di demekê de ye, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî û mafnas dibêjin ti têkiliya koçberên Sûrî bi krîza aborî ya li Lubnanê re nîne.

Rêvebera programan li Navenda El-Wisûl a Mafên Mirovan Sare Talib got, “Ev vegerandina bikom û bi zorê beşekî wê kampanya sîstematîk ji aliyê desthilata Lubnanê dibe da ku koçberên Sûrî vegerin welatê xwe. Me dawiya 2022an û destpêka 2023an dît çawa êrîş li ser kampên koçberên Sûrî û cihên sivîlnişîn li seranserî Lubnanê hatin kirin. Koçber rûbirûyê pişkinînê, destdanîna li ser amûrên înternetê, desteserkirin û îşkenceyê dibin. Ev tişt hemû dûrî medyayê li Lubnan û Sûriyê di tariyê de çêdibe.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî 805 hezar koçberên Sûrî li Lubnanê hene. Li gor Hikûmeta Lubnanê di navbera yek milyon û nîv heta du milyon koçberên Sûrî li ba wan dimînin. Li gor rêxistinên mafnas ji destpêka Nîsanê û heta 15ê Gulana îsal 330 koçberên Sûrî bi zorê ji bo welatên wan hatine vegrandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst