Li Selahedînê teqîn

23-01-2024
Nîşan Selahedîn Teqîn Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Selahedînê li nêzîkî baregeheke Heşdî Şebiyê teqînekê rû da.

Li gorî agahiyên destpêkê, di vê teqînê de du çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûne.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya li Selahedînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Li gorî agahiyan, teqînê serê sibehê saet 06:00an rû daye lê hîn ne zelal e bê êrişeke xwekujiyê ye yan jî teqîneke din e.”

Li aliyê din, grûpên nêzîkî Heşdî Şebiyê dibêjin ku êrişeke xwekujiyê bûye û du çekdarên Heşdî Şebiyê birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst