Piştî nûçeya Rûdawê medyaya Supaya Pasdaran a Îranê li ser wêneyên xwe yên sexte daxuyanî da

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tasnîm Rûdaw Wêneyên Sexte Îran Pêşrew Dizeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî Tora Medyayî ya Rûdawê hin agahî û wêneyên sexte yên medyaya Supaya Pasdaran a Îranê yên li ser karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî derew derxistin.

Malpera fermî ya Supaya Pasdaran a Îranê piştî nûçeya Rûdawê xwe ji wan wêneyên sexte dûr xist û dezgehên ragihandinê yên din ên Îran tawanbar kir.

Roja şemiyê, ajans û malperên Supaya Pasdaran a Îranê wêneyên karsaz û xêrxwazê Kurd Pêşrew Dizeyî, ligel hamamekî, çend fermandeyên Pêşmergeyan û xwediyê kompanyayeke înşaatê belav kirin, wek ku ew karsazê Kurd “hevkarê stratejîk ê Mossadê” ye.

Piştî ku Rûdawê rastiya wan wêneyan eşkere kir û derxist holê ku ew wêne bi Photoshopê hatine çêkirin ajansa Tasnîmê ya ser bi Supaya Pasdaran a Îranê ve rapora xwe paş ve kişand û got, “Em ne yekem çavkaniya wan wêneyan in” xiste stûyê Navenda Seda û Sîma ya Komara Îslamî ya Îranê.

Ajansa nûçeyan a Tasnîmê roja duşemê nûçeyek bi sernavê “Çavkaniya yekem a wêneyên Pêşrew Dizeyî ku ye?” belav kir.

Tasnîmê paşê hewl da ku xwe ji wêneyên sexte yên Pêşrew Dizeyî rizgar bike û navendeke din a Komara Îslamî ya Îranê tawanbar bike.

Malpera Tasnîmê nivîsand:

“Tevî şik û gumanên ku li ser torên civakî belav bûne, ajansa nûçeyan a Tasnîmê ne yekem çavkaniya ku wêneyên Pêşrew Dizeyî belav kiriye û ev wêne beriya niha di hinek medyayan de belav bûne.”

Di raporeke malpera Supaya Pasdaran a Îranê roja 20ê mehê de ku hewl dabû ji raya giştî ya herêmê re bêje ku Pêşrew Dizeyî kî ye, çend wêneyên wî belav kiribû ku di nav yek ji wan wêneyan de qaşo Pêşrew Dizeyî li kêleka hahamekî rawestiyaye lê gelekî dem di ser re derbas nebû û orîjînala wêneyê derket, hat zanîn ku ajansa Supaya Pasdaran wêneyê Pêşrew Dizeyî bi Photoshopê lê zêde kiriye.

Ajansê piştî berteka medya û raya giştî ya li ser bikaranîna wêneyên sexte yên Pêşrew Dizeyî got:

“Piştî weşandina rapora ajansa nûçeyan a Tasnîmê ya li ser nasnameya Pêşrew Dizeyî, hin çavkaniyan rastiya hin wêneyên di wê raporê de xist bin pirsyaran.”

Tasnîmê tevî ku roja şemiyê bi navê “taybet bi ajansa Tasnîmê” ew wêne û zanyariyên sexte belav kiribin jî di nûçeyeke xwe ya din de xwe ji wan dûr dixe û du dezgehên din ên ragehandinê yên Îranê tawanbar dike û dibêje:

“Ajansa nûçeyan a Tasnîmê ne yekem çavkaniya van wêneyan bû û wêneyên navborî beriya niha di medyayên din ên wek Navenda Seda û Sîmaya Komara Îslamî ya Îranê û Press TVyê de hatibûn weşandin.”

Komara Îslamî ya Îranê piştî ku mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî bombebaran kir, bi çêkirina wêne û vîdeoyên sexte hewl dide ji raya giştî ya navxwe û cîhanî re isbat bike ku ew girêdayî Mossadê bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst