Medyaya Îranê bi wêneyên sexte Pêşrew Dizeyî wekî ‘Mossad’ê bi nav dike

22-01-2024
Nîşan Pêşrew Dizeyî Mossad Medyaya Îranê Wêneyên Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Îranê bi rêya fotoşopê wêneyên sexte yên Pêşrew Dizeyî serwîs dike û hewl dide ku wî bi Mossadê re pêwendîdar bike.

Komara Îslamî ya Îranê mala sermayedar û xêrxwazê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî bi mûşekan kir armanc û piştî vê gelekî hewl dide ku ji raya giştî ya navxwe û derve re bipeyitîne ku Pêşrew Dizeyî Mossad bûye.

Medyaya Îranê herî dawiyê jî bi rêya fotoşopê wêneyekî Pêşrew Dizeyî û xaxamekî Cihûyan anîne cem hev û îdia kiriye ku Herêma Kurdistanê bi rêya Peşrew Dizeyî petrol xwe firotiye Îsraîlê.

Malpera Tesnîmê ya bi ser Supaya Pasdaran ve 20ê Kanûna Paşîn di raporeke xwe de wêneyekî Pêşrew Dizeyî bi xaxamekî Cihuyan re bi sernavê “Pêşrew Dizeyî bazirgan a hevkarê stratejîk ê Mossadê?” belav kir.

Di vê raporê de hewl hatiye dayîn ku raya giştî ji vê yekê bawer bike ku “mûşekên Supaya Pasdaran ne li mala kesekî sivîl ketine” û xelk bawer bike ku “van mûşekan mala yekî ji hevkarên herî girîng ên Mossadê kiriye armanc.”

Îranê 15ê vê mehê bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir. Hinek ji van mûşekan li mala welatiyekî sivîl ê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Di vê êrişê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya ku hînek salek nekiribû Jîne, hevalê wî Kerem Mîxayîl û xizmetkara mala wî Mîşelê cane xwe ji dest da.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî roja sêşemê gihîşt bajêrê Hewlêrê û li mala Pêşrew Dizeyî got ku ev xaniyê ku bûye armanc mala welatîyan sivîl e û ti pêwendîya wê bi bargeha Îsraîl û Mossadê re nîne

Daxuyaniya Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê Qasim Erecî gelek karvedanên navnetewî bi xwe re anîn û piraniya dezgehên medyayî jî girîngî pê da.

Rayedarên Îranê û çapemeniya fermî ya Îranê bi taybetî ji destpêka şerê Xezeyê ve Îsraîlê wekî "Hikûmeta Zarokkuj" bi nav dikin lê ji ber kuştina Jîneya 11 mehî, rayedarên Îranê û Supaya Pasdaran a Îranê serobino bûne.

Ji ber vê yekê jî Îranê derbarê vê êrişa li mala sermayedarê Kurd gelek daxuyaniyên nakok dan.

Supaya Pasdaran a Îranê 20 vê mehê li ser malpera xwe raporek belav kir ku tê de çend wêneyên sextê yên Pêşrew Dizeyî belav kirin û hewl da ji raya giştî ya herêmê re bibêje bê ka ew kî ye.

Yek ji wan wêneyê wî bû ku li cem xaxamekî Cihû sekinîbû lê wêneyê orîjînal di demeke kurt de derket holê û diyar bû ku ew wêne sexte ye.

Wêneyên sexte yên medyaya Îranê

“Komara Îslamî ya Îranê, kujera Jînayan”

Piştî ku Îranê Jîneya ku hîn salek nekiribû kuşt, wêneyên wê û Jîna Emîniyê bi sernavên “Komara Îslamî ya Îranê, kujera Jînayan” hatin belavkirin.

Medyaya Îranê bi van rapor û wêneyên sexte hew dide hêrsa gel bi taybetî jî hêrsa gelê Rojhilatê Kurdistanê kontrol bike.

Pêşrew Dizeyî xêrxwazek bû

Suapaya Pasdaran dîsa wêneyekî Pêşrew Dizeyî yên ku dema şerê DAIŞê bi Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî re hatiye girtin bi kar tîne û hewl dide ku bêje Pêşrew Dizeyî ji bo Mossadê karê sîxuriyê dike.

Pêşrew Mecîd Dizeyî wekî sermayedarekî Kurd dema şerê bi DAIŞê re zêdedir ji şeş mehan xwarin û vexwarin şandibû ji Pêşmergeyan re.

Herwiha wî û neh karsazên din çend dibistan dane avakirin ku lêkirina hinekan ji wan niha jî berdewam dike.

Pêşrew Dizeyî dema koronayê jî bi hezaran alavên wekî “cilên taybet, lepik, berçavkên tibî, mask” û gelek pêdiviyên din ji saziyên tenduristiyê yên Hewlêrê re dabîn kirine.

Dîsa bi rêya bernameya Rûdawê ya sala 2015an a bi navê “Rencî Şehîdan” yek milyon dolar daye malbatên şehîdên şerê DAIŞê.

 

Pismamê Pêşrew Dizeyî Salar Hawar Axa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Mûçe dida bi dehan malbatan lê tenê wî dizanibû, nedixwest kes zanibe.”

Supaya Pasdaran dîsa ji bo xepandina raya giştî di beşeke rapora xwe de kompanyaya Falkon Groupê wekî saziyeke tora sîxuriyê ya Mossad û Amerîkayê bi nav kiriye û di beşeke din de jî bi rengê kompanyayeke parastina rojnamegerên biyanî behsa wê kiriye.

Supaya Pasdaran li ser Falkon Groupê dibêje ku “Rasterast bi saziya îstixbaratê ya Amerîkayê” re pêwendîdar e û îdia dike ku ev kompanya petrola Herêma Kurdistanê dibe Îsraîlê.

Medyaya Supaya Pasdaran ji bo bo piştrastkirina van angaştên xwe jî wêneyê Pêşrew Dizeyî yê dema ku karekî xwe îmze dike bi kar tîne.

 Axaftinên xelkê diguhere

Medyaya Îranê xeyn ji wêneyên sexte bi rêya vîdeo û jêrnivîsên sexte jî hewl dide xelk ku ji îdiayên wê bawer bike.

Medyaya Supaya Pasdaran di bernameyeke televîzyonê ya li ser tenduristiyê de gotinên pêşkêşkar û mêvan bi jêrnivîsên xelet serwîs dike.

Bername li ser tenduristiyê ye lê jêrnivîs wiha nîşan didin ku ew behsa “tevgera Mossadê ya li Herêma Kurdistanê” dike û îdia dike ku Mossad li wê derê çalak û bihêz e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst