Di rêya ziyaretê de qeza: Bi dehan mirî û birîndar hene!

21-08-2024
Nîşan Kerbela Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Hevya Sor a Îranê ragihand ku otobuseke Pakistanê ya ku berê wê li Kerbelayê bû qulibiye û êgir girtiyê.

Li gorî amarên ku Heyva Sor dane, di vê qezayê de 28 kes mirine û 23 kes birîndar bûne.

Li gorî heman çavkaniyê, otobusa ku hemû rêwiyên wê Pakistanî bûn û berê wê ji bo ziyaretê li Kerbelayê bû li bajarê Yezdê yê Îranê ji rê derketiye û li dîwêr xistiye.

Heyva Sor diyar kir ku birîndar veguhastine nexweşxaneyan û birînên 7 birîndaran xedar in.

Ji ber ku êgir girtiye otobusê termên gelek rêwiyan şewitîne.

Midûrê Saziya Qeyranan a Yezdê Mehdî Pazukî da zanîn ku di vê qezayê de 11 jin û 17 mêr mirine.

25ê Tebaxê salvegera Çilê Îmam Husên e ku îmamê 3yem ê Şieyan e.

Gelek Şieyên li Îraqê û welatên din ji bo Çilê Îmam Husên berê didin bajarê Kerbelayê yê Îraqê ku gora wî lê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst