Îsraîlê êrişî hin xalên leşkerî li Hims û Şamê kir

20-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê di nav axa Sûriyê de êrîşî bingehên serbazî û depoyên çekan li Şam û Himsê kir.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA li gor zanyariyên ji çavkaniyên leşkerî ve ragihandiye, êrîş derdora demjimêr 23:00 şeva derbasbûyî hatiye kirin û balafirên şer ên Îsraîlê ji asmanê başûr rojhilatê Beyrûta paytexta Lubnanê ve hejmareke xalên leşkerî yên li derdora bajarên Şam û Himsê bombebaran kirine.

Li gor agahiyan, li Şamê û derdora wê û herwiha li Himsê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Çavkaniyê leşkerî yê artêşa Sûriyê ji SANA re diyar kiriye, “sîstema berevaniya asmanî ya me rûbirûyî êrîşeke mûşekî ya dijmin bûye û piraniya wan têk birine.”

Heman çavkaniya leşkerî gotiye, ji bo zanîna encam û zirarên êrişê lêkolîn tê kirin. Heta niha ziyanên êrişê nehatine zanîn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, “mûşekên Îsraîlî depoyên çekan û binkeyên leşkerî yên Hizbullaha Lubnanê li navçeya Qare li gundewarê Şamê û hevsînor li gel gundewarê başûr rojavayê Himsê kirine armanc, lê ti zanyarî derbarê qebareya zirarên canî de heta niha nehatiye zanîn.”

Li aliyekî din, medyayên Lubnanê ragihandine ku du mûşek li navçeya El Qelemûn li ser sînorê Lubnan-Sûriyê ketine, lê ti zirar nebûye.

Ajansa AFP a Fransî ragihandiye, derbarê êrişê de têkilî bi artêşa Îsraîlê re kiriye lê wek her car û Berdevkê Artêşa Îsraîlê ji wê ajansê re gotiye, ew derbarê zanyariyên ku medyayên biyanî diweşînin, daxuyaniyan nadin.

Ji destpêka şerê navxwe û krîza Sûriyê ve di sala 2011 de û heta niha Îsraîlê gelek caran êrişên asmanî di nav axa Sûriyê de pêk anîne, bêyî ku bi fermî berpirsyariya wan êrişan li xwe bigire.

Lê belê Îsraîl bi berdewamî dibêje, ew rê nade Îran û hevpeymanên wê binke û baregehên xwe li Sûriyê ava bike, û dê hebûna hêzên Îranî li Sûriyê bike armanc.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst