Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Kuweytê ragihand ku di tetbîqateke ku bi çekên rastîn hatiye kirin de 2 leşker mirine û hinek leşker jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya artêşê de hat gotin, "Serokatiya Giştî ya Artêşê ji ber ku di dema tetbîqata şevane ya bi fîşekên rastîn de 2 leşkerên hêzên bejahiyê şehîd ketine û hinek jî birîndar bûne gelekî xemgîn e."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tîmên pispor ên lêkolînê dest bi karê xwe kiriye da ku hûrgiliyên qezayê û sedemên wê diyar bikin û tedbîrên pêwîst bigirin.
Li ser bûyerê ti agahiyên zêdetir nehatin dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse