Li ser sîxorîkirin û destêwerdana Îranê li Iraqê belgename derketin holê

18-11-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya New York Times û Intercept belgenameyan li ser destwerdana Îranê di karûbarê ‎navxwe yê Iraqê û herwiha sîxurîkirina bi ser berpirsên Iraqî û serbazên Amerîkayê de li Iraqê ‎belav dikin. Ev belgename di navbera salên 2014 û 2015an de ji aliyê wan efserên sîxûrî ve ‎hatine nivîsîn ku li ser dosya Iraqê kar kirine. ‎

Bi dehan belge bidest wan herdu rojnameyan ketine ku serdestiya Îranê li Iraqê bi awayekî zêde ‎bûye, ku fermandarên wan ên serbazî bi eşkere serdana Iraqê dikin, bertîlê didin berpirsên ‎Iraqê, hinek ji sîxurên Îranî bi rêya pere û tiştên giranbiha û hinekan jî bi fistiq, parfûm û ‎zaferanê berpirsên Iraqî bi aliyê xwe de kişandine û karên sîxurî bi wan kirine.‎

Herwiha Îranê bertîl daye wan berpirsên Iraqî ku kar ligel Amerîkiyan dikin, daku pişta xwe ‎bidin wan û kar di berjewendiya Iraqê de birêve biçin. Li gor belgenameyan, sîxuriyeke baş li ‎meydana siyasî ya Iraqê ji aliyê Îranê ve tê kirin, sîxur li kolan û Mall`an civînan dikin, bi cilên ‎nêçîrê û bê fêlên şahiya ji dayîkbûnê sîxuriyê bi ser xelkê de dikin.‎

Ji wan jî hestyartir, sîxurên Îranî li firokexaneyan bi taybetî li Firokexaneya Navdewletî ya ‎Bexdayê, zanyariyan kom dikin, wêneyên serbazên Amerîkî di dema tevgerê de digrin û ‎çavdêriya tevgera esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî dikin. Ên wan karan dikin xwe ji ‎kamerayên çavdêriyê vedişêrin.‎

Her li gor wan zanyariyên ku ji nav ajansên sîxûrî yên Îranê derketine derketine derve, Adil ‎Ebdûlmehdî dema li derve û di serdema Sedam Husên de ji nêzîk ve kar ligel Îranê kiriye, ‎‎“peywendiyeke wî ya taybet ligel Îranê hebûye, berpirsekî bilind ê Amerîkayê jî dibêje; “Dibe ‎wateyeke zêde ya peywendiyeke taybet hebe.” Ew berpirs dibêje; “Mebesta min ne ew kesekî ‎ser bi hikûmeta Îranê ye, lê ti berpirsekî Iraqî bêyî razîbûna Îranê nabe serokwezîrê Iraqê, Adil ‎Ebdulmehdî di 2018ê de bi razîbûna Amerîka û Îranê postê serokwezîr misoger kir.”‎

Tevgereke serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî heye bo dubare wergirtina desthilatê, ‎herçiqas egera dubare rûniştina wî li ser kursiyê serokwezîrtiyê kêm e, ji ber Kurd piştgiriya wî ‎nakin, heta niha ew pêngavên ku hikûmeta Adil Ebdulmehdî ber bi Herêma Kurdistanê de ‎avêtine, berhevkirin ligel hikûmetên berê yên Iraqê, baştir û nermtir in.‎

Zanyariyên nehênî yên saziyên sîxûrî yên Îranê eşkere dikin û amaje bi wê yekê didin ku piştî ‎ketina Bexdayê di 2003an de, Îranê Iraq wek deriyê siyaset û desthilata xwe ji Kendavê heta ‎Derya Spî bikar aniye.‎

Berê hest bi wê yekê hatiye kirin ku Îranê di warê siyasî û aborî de bi dijwarî dest daniye ser ‎Iraqê, lê ev yekem car e ku bi vê asta mezin tê zanîn ka Îran û Amerîkayê çawa Iraq wek ‎meydana leyîstika sîxûriya bi ser hevde bikar anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst