Koçberên Sûrî ji ber erdheja li Tirkiyê vedigerin warên xwe

18-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî erdhejê penaberên Sûriyeyî yên niştecihê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê vedigerin welatê xwe. Bi hezaran penaberên Sûriyeyî yên niştecihê Tirkiyê vedigerin welatê xwe; sedem jî erdheja roja 6ê vê mehê ye.

Zêdeyî 3 milyon û 700 hezar penbarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dijîn, erdhejê ziyan gihandiye milyonek û 700 hezar kesan.

Hikûmeta Tirkiyê ji 15ê vê mehê ve rê daye penaberan ku ji bo 3 heta 6 mehan vegerin Sûriyê, bê ku mafê wan yê mayînê ji wan were standin.

Kesê dixwaze ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê vegerin Sûriyê, di deriyên Bab El-Hewa, Bab El-Selame û Raiî re vedigerin, penaberek dibêje, mala wî di erdhejê de wêran bûye, 10-12 roj bûn, bê cih mabû, dema ku wî bihîst derî vebûye, wî yekser berê xwe da deriyê sînorî.

Welatiyê Sûriyê yê niştecihê Tirkiyê Abbas Bakour dibêje: “Mala min herifî ye, bi ser hevde ketiye, 10 – 12 roj e li Tirkiyê derbider in. Dema me bihîst hikûmeta Tirkiyê rê daye biçin Sûriyê, em yekser hatin.”

Ji roja 15ê vê mehê ve hikûmeta Tirkiyê destûr daye penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyê ku bo dema 3 heta 6 mehan vegerin Sûriyê, bêyî wêya mafê wan ê manê li Tirkiyê bê hilweşandin.

Zêdeyî 3.7 milyon penaberên Sûriyê li Tirkiyê bicîh bûne. Erdhejê zerar gihandiye nêzîka 1.7 milyon kesan ji wan.

Welatiyê Sûriyê yê niştecihê Tirkiyê Khaled Shaieb jî got: “Deh sal berî niha hatin vê derê û me dest bi kar kir. Her tişt baş bû heta ev erdhej hat û hemû tiştek wêran kir. Tiştekî me li Tirkiyê nema.”

Welatiyê Sûriyê yê niştecihê Tirkiyê Mohammed Bekush jî dibêje: “Hemû tiştek wêran bûye, Min her çar birayên xwe ji dest dan. Ti tiştek bo me nemaye, loma hatine vê derê.”

Ji xeynî Deriyê Bab el-Hewa yê Idlibê, welatiyên Sûriyeyî di herdû deriyên Raîî û Bab el-Selame re vedigerin navçeyên xwe.

Heta niha nêzîka hezar û 800 kes bi rêya Bab el-Hewa vegeriyane, lê tê pêşbînîkirin ew hejmar rojane bigihe zêdeyî 3 hezar kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst