XEZE - Kameravanê Al Jazeerayê hate kuştin

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Samir Ebû Dakka Al Jazeera Îsraîl Xeze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Xezeyê di êrişeke artêşa Îsraîlê de kameravanê televîzyona Al Jazeerayê hate kuştin.

Televîzyona Al Jazeerayê ragihand ku kameravanê wan ê bi navê Samir Ebû Dakka li nêzikî Dibistana Ferhaneyê ya Xan Yûnisê di êrişeke Îsraîlê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî zanyariyan dema ku Ebû Dakka birîndar bûye xwe spartiye Dibistana Ferhaneyê û hêzên Îsraîlê jî rê nedaye ku timên tenduristiyê xwe bigihînin wî.

Li gorî çavkaniyên herêmî 3 xebatkarên parastina sivîl ên ku xwestin midaxeleyî Ebû Dakka û birîndarên din ên di dibistanê de asê mabûn bikin di encama êrişa Îsraîlê de canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst