Medyaya fermî ya Tirkiyê: MÎTê li Kampa Mexmûrê operasyon kir

14-09-2022
RÛDAW
Nîşan Kampa Mexmûr PKK MÎT Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand ku di encama operasyoneke MÎTê ya li Kampa Mexmûrê de, 2 endamên PKKê hatine desteserkirin û bo Tirkiyê hatiye veguhastin ku yek ji wan keç û ji Rojavayê Kurdistanê ye. Derbarê mijarê de ji çavkaniyên PKKê ti daxuyanî nehat dayîn.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Rêxistina Istixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) li Kampa Mexmûrê operasyonek li dar xistiye.

Di nûçeyê de tê gotin, ku di encama operasyonê de 2 endamên PKKê hatine desteserkirin û piştre bo hundirê Tirkiyê hatine veguhastin.

Li gor heman çavkaniyê, navê yek ji wan kesan "Hatîp Guney" bi kodnavê "Şahan/Cihan" û navê kesê din "Aya Ahmet Silêman" bi navê kod "Tekoşîn Kamişli/Civan" e.

Aya Ahmet Silêman ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Medyaya fermî ya Tirkiyê behsa dem û roja operasyonê nekiriye.

Qezaya Mexmûrê û Kampa Mexmûrê ji sala 2017an û piştî bûyerên 16ê Cotmehê ve di bin kontrola hêzên hikûmeta Iraqê de ye.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, Hatîp Guney di Îlona 2019an de ji bo tevli refên PKKê bibe, di ser navçeya Elbakê ya Wanê re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûye û paşê ji wir ve derbasî Herêma Kurdistanê bûye.

Herwiha hatiye ragihandin, Hatîp Guney li Başûrê Kurdistanê di nav refên PKKê de perwerde dîtiye û paşê ew şandine Kampa Mexmûrê û bo demekê li kampê fermandarî kiriye.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku Aya Ahmet Silêman di sala 2015'an de tevlî rêxistinê bûye, di sala 2017an de ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê bûye û li Kampa Gare, Avaşîn-Basyan û Mexmûrê bûye.

Têkildarî mijarê heta niha ji çavkaniyên PKKê ti daxuyanî nehatiye dayîn.

 

"Hatîp Guney" bi kodnavê "Şahan/Cihan" û "Aya Ahmet Silêman" bi navê kod "Tekoşîn Kamişli/Civan"

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst