Li Rojavayê Kurdistanê nebûna diyaloga Kurdî-Kurdî bûye cihê lêpirsînê

14-01-2023
RÛDAW
Berpirsên Rêveberiya Xweser û ENKSê piştî civîna li gel nûnerê Amerîka behsa mijara diyaloga Kurdî-Kurdî nekirine
Berpirsên Rêveberiya Xweser û ENKSê piştî civîna li gel nûnerê Amerîka behsa mijara diyaloga Kurdî-Kurdî nekirine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Li gor civînên vê dawiyê yên  Civînên Nûnerê yê Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê Nicolas Grainger ligel aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, diyar dibe ku nêzîkirina aliyên siyasî yên Kurdî niha di rojeva Amerîka da nîne.

Civînên Nûnerê yê Amerîkayê ji bo Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê Nicolas Grainger li gel serkirdeyên Encûmena Niştîmanî Kurd li Sûriyê (ENKS) û serkirdeyên Rêveberiya Xweser didomin, lê li gor zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine, Grainger vê carê behsa diyaloga Kurdî-Kurdî di navbera herdû aliyên siyasî de nekiriye, di vê derbarê de nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re eşkere kir.

Nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê Dr.Kawa Azîzî got: “Esasê siyasetê danûstandin û guftûgo nin. Rejîm û opozîsyonê bi hezaran kes ji hev kuştine lê danûstandinan di bin serpereştiya Neteweyên Yekbûyî de dikin. Em jî dibin serperiştiya Diyaloga Kurdî-Kurdî dikin. Em weke ENKSê her tim ji danûstandinên bi adil re amade ne, bila kes nebêje ENKS lawaz û kesên wan nîne. Em jî dibêjin ew hêzeke leşkerî ne ne weke cemewar in. Kengê Amerîka û ew amade bin em jî ji danûstandinan re amade ne. Em heta qonaxeke baş pêş ketin, lê ji ber PKKê rawestiyan. Divê PKKê ji nav me derbikeve.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser û ENKSê jî piştî civîna li gel nûnerê Amerîka behsa mijara Diyaloga Kurdî-Kurdî nekirine, gelo mijara diyalogê êdî di rojevê de nemaye? Di vê derbarê de nûnerê Partiya Yekîtî Kurdî el-Wehde li Sûriyê ku li Herêma Kurdistanê dimîne ji Rûdawê ev yek zelal kir.

Nûnerê Partiya Yekîtî Kurdî el-Wehde li Herêma Kurdistanê Weys jî dibêje: “Ji roja ewil ve em ji van danûstandinan re palpişt bûn. Sedemên rawestandinê bi me ew e ku biryarên herdu aliyan jî ne di destê wan de ne. Weke din jî ew mekanîzmaya ku danûstandin pê dihat kirin tê de hinek şaşî hebûn. Daxwaza her Kurdekî ew e ku hemû aliyên siyasî li gor Peymana Duhokê li hev bikin.”

Çavdêrên peywendîdar dibêjin, xalên nakokiyê di navbera Encûmena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKSê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî Kurdî ser bi Rêveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê bêhtirin ji xalên lihevkirinê, lewra herdem derencamên diyalogê di navbera herdû aliyan de nerênî derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst