Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: ‘Me Sûriye ji DAIŞê xelas kir’

12-12-2023
Nîşan Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, “Me Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kir, divê rejîm spasiya me bike.”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler beşdarî bultena NTVyê bû û mijarên di rojevê de nirxandin.

Yaşar Guler da zanîn ku dê têkoşîna wan a bi PKKyê re berdewam bike û got, “Helbet dê rojekê operasyonên me yên li Îraq û Sûriyeyê biqedin.”

“Me Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kir”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê îdia kir ku wan “Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kiriye” û pê de çû:

“Me aramî anî Sûriyeyê. Li cihê ku her roj pevçûn hebûn, niha pevçûn nemane. Me Sûriye ji metirsiya DAIŞê xelas kir, divê rejîma Sûriyeyê spasiya me bike.

Me 3 hezar 500 endamên DAIŞê yên herî xeternak kuştin û DAIŞ ji Sûriyeyê vekişiya çû Îraqê. Mirovên ku li Sûriyeyê dijîn deyndarên me ne.”

Yaşar Guler şertên welatên xwe yên ji bo vekişîna ji Sûriyeyê wiha rêz kirin:

“Sûriye dê destûra bingehîn qebûl bike, piştî wê dê hilbijartinên azad werin kirin. Piştre jî kî bû desthilat em dê wan qebûl bikin û em dê vegerin welatê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst