DAIŞ û çekdarên opozîsyonê bi berdewamî êrişî leşkerên Sûriyeyê dikin

24-12-2023
RÛDAW
Nîşan Sûriye DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Himsê ya li naverasta Sûriyeyê, êrişên çekdarên DAIŞê û grûpên din ên ser bi opozisyona nêzîkî Tirkiyeyê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê berdewam in.

Li hemberî wê rewşê, hêzên hikûmetê xalên pişkinînê li gelek navçeyan danîne û sengerên rûbirûbûnan amade kirine.

Efserekî artêşa Sûriyeyê dibêje, hin aliyên derekî alîkariya çekdaran dikin ku bi şêwazên cuda, êrişên xwe encam didin, bi taybetî di keşûhewayên toz an jî mij û moranê de.

Efserekî artêşa Sûriyeyê Xesan got:

“Her rêxistinek, di awayê şer û plankirinê a şer de, şêwazeke wê ya cuda ji rêxistinên din heye. Êdî rêxistina terorîst a DAIŞê ji Bereya Nusreyê û ji Artêşa Azad cuda ye.

Grûpên çekdar ên terorîst piştê bi kemînan û tevgerên bilez ve girê didin. Ew bi awayekî ku çek û teqemenî heta 15 xulekan têra wan bikin hildigirin û piştre vedikişin.”

Efserê artêşa Sûriyeyê dibêje, welatên Rojava piştgiriya wan grûpên çekdar dikin ku şerê Hikûmeta Sûriyeyê bikin.

“Ew girêdayî hin dewletên mezin in”

Efserekî artêşa Sûriyeyê Xesan herwiha anî ziman:

“Şêwazê karê wan û regeznameyên wan û çekên welatên Rojava yên bi wan re, herwiha pêdawîstiyên leşkerî yên bi wan re, diyar dikin ku ew girêdayî hin dewletên mezin in.

Ji me re diyar kir, hin çekên welatên Rojava yên xwedî mewdayên dûr û dirêj û zirxbir, bi wan re hebûn.”

Di êrişeke meha Çiriya Paşînê de derdora 30 heta 50 leşkerên Hikûmeta Sûriyeyê hatin kuştin.

Di destpêka Çiriya Pêşînê de, bi êrişên çekdaran, 89 kes li navçeyên parêzgeha Himsê hatin kuştin.

Bêhtirî 12 sal û 9 mehan di ser krîza Sûriyeyê re derbas dibin û hîn jî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê rastî êrişên grûpên çekdar tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst