Husiyan piştgirî da Hemasê: Em ji şer re amade ne!

12-10-2023
Nîşan Husî Filistîn Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Husiyên Yemenê ku Îran piştgiriyê dide wan Abdulmelîk el-Husî gef li Îsraîlê xwar.

Husî got, “Ger Amarîka rasterast alîkariya leşkerî bide Îsraîlê, dê Husî jî li dijî Îsraîlê ji şer re amade bin.”

Abdulmelîk el-Husî ji televizyona el-Mesîreyê ya Husiyan re axivî û şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de nirxand.

Abdulmelîk piştgiriya xwe ya ji bo Filistînê bi bîr xist û got:

“Di çarçoveya cîhad û berxwedanê de, çi ji destê me bê em dê bi Filistîniyan re di nava koordînasyonê de bin.

Ger Amarîka rasterast destwerdana leşkerî bike, em dê bi mûşek, firokeyên bêpîlot û hêza xwe ya leşkerî ve li dijî Îsraîlê şer bikin.”

Şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê dest bi êrişa bi navê "Tofana Eqsayê" kir û ji Xezeyê ber bi Îsraîlê ve bi hezaran roket hatin avêtin.

Piştî vê yekê artêşa Îsraîlê jî bi awayekî tund êrişî Xezeyê kir.

Ji aliyekî ve artêşa Îsraîlê êrişên asmanî dike, ji aliyê din ve jî komên Filistînî mûşekan diavêjin.

Li aliyê din, Serokê Amarîkayê Joe Biden ragihand ku welatî wî amade ye li dijî Hemasê, piştgiriyeke zêdetir a leşkerî bide Îsraîlê.

Xeyn ji Amarîkayê, gelek welatên din ên wekî Almanya, Brîtanya û Fransayê jî piştgirî da Îsraîlê.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand, hejmara kesên ku di encama êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de mirine gihişt 950î.

Medyaya Îsraîlê jî dabû zanîn ku heta niha di êrişên Hemasê de herî kêm hezar û 200 Îsraîlî mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst